Rûsya çiyayê El-Zawiye 4 caran bombebaran kir

Rûsya bombebarana li ser herêma "Bêçek" didomîne. Di vê çarçoveyê de, balafirên Rûsya bajarokek li çiyayê El-Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê 4 caran bombebaran kir.

Rûsya çiyayê El-Zawiye 4 caran bombebaran kir
22 îlon, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Kensefra û derdora wê ya girêdayî çiyayê El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir.

Bi vê yekê ji destpêka meha Îlonê ve, 167 caran balafirên Rûsyayê herêma "Bêçek" bombebaran kiriye.

 (bx)