Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ne pêkan e rewş vegere wekî berê

Li herêmên hikumeta Şamê ji ber ketina pereyan di destê bazirganên şer de û parvekirina xêr û bêrên Sûriyê di navbera Rûsya û Îranê de, hêviyên welatiyên Sûriyê yên vegera ewlehî û rewşa berê ya jiyanê qels dibin. Êdî welatî tenê bi dabînkirina debara xwe difikirin.

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ne pêkan e rewş vegere wekî berê
22 îlon, 2021   07:30
ŞAM – MERYEM ELÎ

Li Şamê aloziya sotmeniyê, cereyên gazê, şekir, çayê, birinc û nan heye. Welatî ji bo ku debara xwe bi cih bînin saetên dirêj di dorê de disekinin heya ku pêwîstiyên xwe werbigirin.

Tevî nerazîbûna zêde, lê welatî ji ber siyasetên hikumeta Şamê metirsîdar in. Li gel wê jî welatî li hember pirsgirêkên aborî pir asteng in, ji ber wê tu şanseke fikirandina li ser siyaset û nîqaşên mîna çareserî tune ne. Tenê tişta ku rojane pê difikirin pirsgirêka qarbalexe li pêşiya firin, saziyên mezexêran û navendên belavkirina cereyên gazê werin çareserkirin.

DESTESERKIRINA MALAN Û MEHRÛMKIRINA GEL JI CIHÊN BÊHNVEDANÊ

Digel krîzên bênavber ên li herêmên hikumeta Şamê û mijûlbûna welatiyan li ser çawaniya dabînkirina pêdiviyên xwe yên pêwîst, kesên xwedî desthilat ên girêdayî hikumeta Şamê bi awayekî veşartî û eşkere malên ku îdia dikin ên muxalifan in desteser dikin û bazariyê pê dikin an jî di bin zextê de difiroşin û sûdê ji tunebûna xwediyên wan werdigirin.

Di vê dawiyê de hin axaftin derketin  ku li Xûta Şerqiyê, bi taybet li Terma, Seqba, Cizrên, Kefer Betna, Melîhe, Zebdên, Beyt Sewa û Hemoriyê milk hatin kirîn. Her wiha tê gotin ku komên Îranê milkan li wir dikirin. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di vê dawiyê de tenê li Terma 500 xanî anku avahî û dikanên bazirganiyê hatine kirîn.

Ne tenê malên sivîlan tên desteserkirin, di heman demê de kolan, mêvanxane û cihên giştî hatin desteserkirin.

Girêdayî vê, mêvanxaneya Silêmaniyê ji bo welatiyên sûrî qedexe ye, tenê çend saet û hin cihên diyar hene dikarin biçin wir û ew jî çavdêriya tund a ewlehiyê li ser heye.

Têkildarê mijarê, welatiyê M.B got: "Çima kolanên sereke û şaxî hatine paşguhkirin, tijî kort in û malên wêrankirinê û li ber hilweşîne hene? Çima girîngî ji bo mêvanxaneya Silêmaniyê heye? Gelo ji bo gera li zêran e?"

Mêvanxaneya Silêman li naverasta Şamê ye, li nêzî mûzexaneya Şam a Neteweyî û pira Vîktorya, Zanîngeha Şamê û hotêlên Four Seasons û Semiramis e. Ew mêvanxane ji avahiyeyek giştî û temam pêk tê, tê de mizgeft, muzexane û sûka pîşeyên destekarî, mîras û dibistanek hene û mirov li wir bêhna xwe vedidin.

Mêvanxaneya Silêmaniyê ne tenê cihê yekane ye ku mirov ji bo serdanên wan hatine qedexekirin. Her wiha keviyên çema Berede û Rebwa ku berê cihê yekane yê xizanên Sûriyê bûn, îro ji hêla neneasekî ve hatine kirêkirin û êdî tenê ji bo rûniştina li ser maseyê berî ku tu tiştekî bixwaze bi 50 hezar lîreya Sûriyê ye.

Li kolana hember çemê tevgereke zexm a erebeyên buha û dewlemend li gel erebeyên kirê hene.

Li ser vê yekê welatiya bi navê Nexem wiha dibêje: "Piranî kesên di rêya Rebwa re dimeşin erebeyên buha dibînin. Gelo ev dewlemendî li gel rewşa heyî ji ku hat?"

MAFYAYÊN ABORÎ

Hejmara komên mafia yên aborî yên alîgirê hikumeta Şamê zêde dibin. Kesên mal û milkên wan di dema şer de hatine dizîn gilî nakin ku ew mafya komên girêdayî Dîfa El-Wetenî bûn. Ji ber ku ditirsin.

Dîfa El-Wetenî komên çekdar in, ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine avakirin. Ev kom bi pêkanîna sûcan, kiryarên diziyê tawanbar in.

Ji ber ku piranî herêmên di bin serweriya çekdarên herêmî yên dijberî hikumeta Şamê de herêmên mislimanên sunnî bûn, Dîfa El-Wetenî nav li cihê tiştên hatin dizîn kir "Sûka Sunnî". Lê belê ne tenê muxalifên hikumeta Şamê qurbanên van komên çete bû, heman demê alîgirên hikumeta Şamê bi xwe jî ji hêla van koman ve hatin şantajkirin û malên wan hatin dizînin û talankirin.

Ji çiyayê Qasiyonê, bi qasî ku çav dibînin avahiyên wêrankirî û komên kavilan çîroka deh salan ji êş û azarê vedibêjin. Girêdayî vê yekê dikandar Xelîl hîna dikanê wî wêran kiriye wiha got: "Beriya şer jiyana me baş bû. Dikaneke min a biçûk li Dareya hebû. Min debara malbata xwe dikir. Ez zewicî bûm û du zarokên min hebûn. Em ne dewlemend bûn, lê jiyana me baş bû û pêdiviya me bi tiştekî tune bû."

Welatiyê bi navê Ehmed (65) ev tişt got: "Ez û hevjîna xwe di mal de dijîn. Min zarokên xwe şandine derveyî herêma di bin kontrola hikumeta Şamê de. Ez di vê malê de bûm û dê di vir de jî bimirim."

Ehmed got beriya krîza Sûriyê ew pîşesaz bû, erebe û mezreyeke wî hebûn û wiha lê zêde kir: "Niha tiştekî min tune ye, her tişt bi şerê re wêran bû. Ne ji pereyê ku zarokên min dişînin bûya ez ê ji birçîna re miribûma."

PÊŞBIRKA RÛSÎ-ÎRANÎ LI SER SERWERIYÊ

Çavdêrên rewşa Sûriyê dişopînin, dibêjin ku ne hikumeta Şamê herêmên di bin serweriya wê de bi rê ve dibe, lê belê Rûsya û Îran bi rê ve dibin. Ew her du di dirêjahiya 10 salên krîzê de piştevanên hikumetê ne. Her yek li gorî berjewendiyên xwe herêman bi rê ve dibe. Vê yekê jî hişt ku herêmên bikevin bin serweriya Rûsya û Îranê ku bi rêya peymanên mezin qezencên heyî dabeş kirin, da ku petrol, fosfatê derxin, berav û balafirgehan ava bikin.

Nimûneya li ser vê serweriyê ew e ku dahatûyên Îranê ji derman û tiştên kerhebê li Sûriyê zêde bûn. Her wiha Îranê di Adara borî de komelgehek nû ji bo piştevaniya civakê li Şamê ava kir. dezgehên çapemeniyê daxuyand ku Îran hewl dide komelgeheke bazirganî ya ji 12 qatan li Şamê ava bike ku dê bibe navenda 24 şîrketên Îranê.

Rûsya û Îranê gelek aşxane li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ava kirin. Her wiha şîrketeke rûsî di 2017’an de ragihand ku wê destûr girtiye ku 4 aşxaneyên ard li parêzgeha Humisê li beramber 84 milyon dolar ava bike. Bi wê re Rûsya milyonek ton genim ji 2017 heta 2019’an şand Sûriyê.

Îranê jî bi rêya fînanseyên xwe hewl dide hebûn û cihê wekaletên xwe li Sûriyê geş bike. Bi wê re îraniyan piranî avahiyên li dora gora Zeyneb a li Şamê kirîn.

Îraniya li Sûriyê dest bi fînansê kir, bo nimûne karsazekî îranî nêzî Tehranê peymaneke fînansê bi hikumeta Şamê bi dema 7 salan îmze kir. Dê bi wê re rawestgehaên erebeyên kirê li beramberî dayîna 2.1 milyar lîreya Sûriyê ji parêzgeha Şamê re li naverasta Şamê werin belavkirin. Di heman demê de jî dê fînansmen salane 7 milyar lîreya Sûriyê qezenc bike.

BEŞA PERWERDÊ QADEKE NÛ YA HEVRIKIYA RÛSÎ Û ÎRANÎ YE

Hevrikiya rûsî û îranî ne tenê li ser beşa aboriyê ye, lê belê derbasî beşa perwerdê jî bû. Bi wê re Rûsya zimanê rûsî wekî zimanî duyemîn li şûna zimanî feransî li dibistanên hikumeta Şamê ferz kir. Par jî yekemîn ezmûna ji bo zimanê rûsî li dibistanên amadehî hatin çêkirin.

Li aliyekî din jî Îran hewl dide zimanî farisî bibe zimanê fermî di dibistanên hikumeta Şamê de. Par di dema jinûv avakirina hin dibistanên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de wezîrê perwerdê yê Îranê yê berê Muhsin Hacî Mîrazî bang kir ku divê zimanî farisî bikeve nava pergala perwerdê. Têkildarî vê yekê hin dibistanên seretayî û amadehî yên li Dêrazorê û Reqayê ku ji nû ve Îranê sererast kirine û zimanî farisî derbasî pergala perwerdeyê kiribû.

Krîza ji deh salan ve li Sûriyê hişt ku çîneke dewlemend a nû li Sûriyê derkeve. Piranî ew çîn ji emîrên şer ên ku bi rêya dizîna qûta gel bûne dewlemen.

(fr)

ANHA