ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-09-2021
21 îlon, 2021   23:00

-Malbatên gerîla yên bajarê Qamişlo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Ehmed Mizel Mihemed li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên hikumeta Şamê ji ber ketina pereyan destê serkêşên şer û parvekirina xêr û bêra Sûriyê ya navbera Rûsya û Îranê de, hêviyên welatiyên Sûriyê yên vegera ewlehî û jiyana xwezayî lawaz dibin. Êdî welatî tenê bi dabînkirina debara xwe difikirin.

- Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmar mirî û nexweşên vîrusa Koronayê zêde dibe. Cîgira Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê banga parastinê ji hemû temenan kir û got: “Heke rewş xerabtir bibe, dibe ku biryara qedexeya giştî yan li herêmê yan jî li hin bajaran bê ragihandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl balkişand ser plan û bazarên dewleta Tirk yên vê demê û got: “Dewleta Tirk niha dixwaze bi taybet di mijara Xûta, Idlib, Şamê de hin bazaran bi hikumeta Şamê re bike ku bi vî şeklî hin tiştan bi hikumeta Şamê bide qebûlkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- ENKS ji destpêka şoreşa Rojava ve bi dijminan re dixebite û bi nirxên neteweyî yên gelê Kurd dilîze û ji dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî re bûye palpişt.

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo got, hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re ya li dijî gerîla xiyanet e, divê dev jê berde û got, divê PDK`ê çarenûsa koma gerîla eşkere bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Namzetê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî ji bo hilbijartinên parlemento yên Iraqê diyar kir ku ew ê xizmeta civaka êzidî bikin û ji bo bidestxistina mafên wan bixebitin, her wiha da zanîn ku şopandina xeta şehîdan bingeha têkoşîna wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx Ehmed Hemo bang li gelê Kurd û tevahî welatparêzeran kir ku li dijî siyasetên PDK`ê  helwesteke xurt nîşan bide û wê neçar bike ku dev ji rêya şaş berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD’ê yên Reqayê da zanîn ku dewleta Tirk di dirêjahiya 22 salan ji komplo û tecrîdkirina rêber Ocalan de armancên xwe pêk neanîn. Endamên got çareyên rêber Ocalan pêkêş kirine rêya yekane ya bidawîkirina krîza Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hikumeta Lubnanê hat avakirin û bawerî wergirt. Lê gelek pirsgirêk li pêş hikumetê hene ku pêdiviya wê bi çareseriyê hene. Welatiyên lubnanî di dema avakirina hikumetê hat ragihandin de yekser bi daketina nirxa dolar hesiyan. Ev jî tê wateya ku hîna dirava Lubnanê wek xwe ye û li hember dolar li ber xwe dide.

JIN

- Kongreya Star a kantona Hesekê diyar kir ku hemleya "Dem Dema Azadiyê Ye" encamên erênî bi dest xistine, her wiha destnîşan kir ku dê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleyê de bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Hisên Hîlal da zanîn ku ew xebata jinûve sererastkirina Stada Reş dikin, da ku ji bo çalakiyên werzîşê bibe gaveke teşwîqkirinê. Ji ber ku pêdiviya wan bi stadeke sereke heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Tevî ambargoya dijwar a hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, şaredariya gel bi hemû derfetên xwe hewl dide rewşa xizmetguzariyê digel astengiya dabînkirina pêdiviyên bingehîn, baş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA