Şêx Ehmed Hemo li dijî siyasetên PDK`ê bang li gelê Başûr kir

Şêx Ehmed Hemo wiha got, “PDK`ê bûye weke nexweşiya penceşrê di laş de ku bi dermanan xilas nabe. Yan wê laş (Kurdistan) parçe bike yan jî divê were jêkirin, divê gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê bike."

Şêx Ehmed Hemo li dijî siyasetên PDK`ê bang li gelê Başûr kir
22 îlon, 2021   05:54
KOBANÊ

Tevgerên PDK`ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya wê bi artêşa Tirk re di şerê li dijî hêzên gerîla pir eşkere bûn. PDK`ê ji bo berjewendiyên partiyetî û kesayetî yên teng ku xizmeta gelê Kurd û Kurdistanê  nakin, li gorî xwesteka dewleta Tirk tev digere.

Gelê Kurd siyasetên PDK`ê weke xiyanetê pênase dikin, ji ber ku ew beşek ji planên dewleta Tirk e ku dixwaze Kurdistanê dagir bike û kurdan qir bike.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa PYD`ê ya kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo anî ziman ku PDK`ê ji bo berjewendiya xwe ne ji bo berjewendiya gelê Başûrê Kurdistanê, dixebite û tu têkiliya gelê başûr bi xiyaneta PDK`ê tune ye.

 ‘YÊN BI DIJMIN RE LIHEV DIKIN Û ÊRIŞÎ GELÊ KURD DIKIN XIYANETÊ DIKIN‘

Şêx Ehmed Hemo behsa dîroka reş a PDK`ê kir û wiha axivî: "Di sala 1973`yan de Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê derket. Dijmin her tim dixwaze ku şerê navxweyî di navbera kurdan de derxîne. Di sala 1992`yan de dijmin bi PDK`ê re lihev kir da ku gelê Kurd li Botan û Behdînanê yên Bakurê Kurdistanê qir bike. Dijmin li aliyekî û pêşmerge li aliyê din êrişî gerîla kirin."

Hemo bi domdarî got: "Yên ku bi dijmin re lihev dikin û êrişî gelê Kurd dikin, xiyanetê dikin. Yên ku bi Sedam Husên re lihev kirin û derfet dan ku li Enfal û Helebçeyê komkujî li dijî gelê Kurd pêk were, PDK`ê ne pêşmergeyên bi rûmet bûn."

Şêx Ehmed Hemo îşaret pê kir ku PDK`ê hebûna hêzên gerîla li çiya dike hincet, ji ber wê artêşa Tirk a dagirker çiya topbaran dike û şerê gerîla dike. Hemo destnîşan kir ku PDK`ê hevkariya dijmin dike da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û beriya demekê 7 gerîla şehîd xist, tişta ku niha diqewime di sala 1992`yan de jî qewimî bû.

Şêx Ehmed Hemo got, tişta ku niha rû dide xiyaneteke mezin li gelê Kurd e.

Şêx Ehmed Hemo bang li gelê Kurd û tevahî welatparêzeran kir ku li dijî siyasetên PDK`ê  helwesteke xurt nîşan bide û wê neçar bike ku dev ji rêya şaş berde û wiha domand: "Ji ber ku heger vê rêyê berdewam bike dê encamên wê xirab bin, lew re divê pêşmerge vê siyasetê red bikin û divê PDK`ê ji bo yekitiyê vê siyasetê biguhere."

Hevserokê Meclisa PYD`ê ya kantona Kobanê Şêx Ehmed Hemo wiha dawî li axaftina xwe anî: "PDK`ê bûye weke nexweşiya penceşrê di laş de ku bi dermanan xilas nabe. Yan wê laş (Kurdistan) parçe bike yan jî divê were jêkirin û divê gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê bike."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CRjJbvfsJ9w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>