Rojnameyên erebî: Urdun ji bo Sûriyê dergehê derbasbûna qada navneteweyî ye

 Rojnameyên erebî yên îro behsa pêşketina têkiliyên di navbera Sûriyê û Urdunê de, hebûna hêzên Amerîka li Iraqê û rewşa Lîbyayê, kir.

Rojnameyên erebî: Urdun ji bo Sûriyê dergehê derbasbûna qada navneteweyî ye
22 îlon, 2021   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

HEVBENDÎ PÊŞXISTINA TÊKILIYÊN DI NAVBERA URDUN Û SÛRIYÊ DE FERZ DIKE

Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku di sala 2011`an de dest pê kir, Urdun helwesta xwe ya yekalî diparêze. Ev yek vedgere girêdana erdnîgarî û demografiyayê.

Ji ber aloziya bi salan û bandora wê li ser Emanê, nexasim di aliyê aborî de ku di encama girtina deriyên sînorî de derket, Urdunê di demên dawî de siyaseta  xwe di danûstandina bi rejîma Beşar Esed re, bi awayekî berçav guhert.

Li gorî çavdêran, Sûriye baş dizane ku Urdun dergeha wê ji qada navneteweyî û erebî re ye.

KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ`Ê JI NÛVE ROLA XWE LI IRAQÊ VEDIGERÎNE

Têkildarî hebûna Amerîka li Iraqê rojnameya El-Şerq El-Ewset got: "Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bi serkêşiya DYA`yê careke din rola xwe li Iraqê vedigerîne û di dawiya salê de dê bibe şêwermend û alîkar.

Berdevkê Koalisyonê Wayne Marotto bi rêya hesabê xwe yê twitterê teqezî li ser hevkariya ewlehî û hevbendiya bi hikûmeta Iraqê û Hikumeta Herêma Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê kir.

LÎBYA..ÇI LI PEY KIŞANDINA BAWERIYÊ JI HIKÛMETA EL-DEBÎBE HEYE?

Derbarê rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha got: "Biryara Meclisa parlementerên Lîbyayê ku baweriyê ji hikûmeta yekitiya niştîmanî bi serkêşiya Ebdulhemîd El-Debîbe bikşîne, rewşek nakok li welat serwer bû."

Endamê meclisa parlementeran Hena Bûdîb got, dengdan bi awayekî qanûnî û rast hate kirin, hikumet dê veguhere hikumeteke meşandina karûbaran heta ku hilbijartin werin lidarxistin.

Li gorî çavdêran ku nakokiyên mezin girêdayî helwesta El-Debîbe ji hilbijartin, çekdarên biyanî, her wiha têkiliya bi herêma Birqa, Fizan û rêveberiya artêşa niştîmanî re, heye.

(bx)