'Ne pêkan e ku hilbijartinên Iraqê guhertinan di sîstema siyasî de çêkin'

Pirsporên karûbarên Iraqê gotin ji bo pêkanîna guhertineke berçav, divê rêjeya dengdayînê di hilbijartinên Iraqê de bilind be û divê bernamzetên serbixwe piştgiriya hevdu bikin.

'Ne pêkan e ku hilbijartinên Iraqê guhertinan di sîstema siyasî de çêkin'
20 îlon, 2021   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporan ji rojnameya The National a Îmaratê re diyar kirin ku ne pêkane ku hilbijartinên bê yên Iraqê guhertineke rastîn çêbikin, heke rêjeya dengdayînê ne bilind be.

Tê payîn ku bi milyonan iraqî di 10` Cotmehê de dengê xwe bidin da ku parlamentoya nû hilbijêrin.

Lêkolînerê li paymengeha Washingtonê ya siyaseta rojhilata jêrîn Mechael Knights got: “Heke rêjeya dengdayînê nebilind be, hilbijartin wê tu guhertineke rastîn çêneke.”

Gelek çalakvanên iraqî yên ku tev li xwepêşendanên li dijî hikumetê bûn, partiyên siyasî ava kirin da ku tev li hilbijartinan bibin.

Knights wiha domand: “Heke bernamzetên serbixwe hevgirtî bin, dikarin blokeke nû çêbikin. Lê divê bilez serokekî diyar bikin. Lê xuyaye ev yek îro pêk nayê. Lê dibe ku di hilbijartinên 2025`an de pêk were.”

Nêzî 25 milyon iraqî dê 329 endamên parlamentoyê hilbijêrin. Lê bangewaziyên boykotkirina hilbijartinan zêde dibin.

Hilbijartinên pêşwext daxwaza sereke ya xwepêşendêran bû ku di dema navbera Cotmeha 2019 û 2020`an de li dar ketin.

Xwepêşendêran banga rêgirtina li pêşiya gendeliya di nava çîna siyasî kir.

Piştî wê hemleyeke leşkerî li dijî xwepêşendêran hat destpêkirin ku di encamê de bi sedan xwepêşedêr hatin kuştin.

Li gorî pêşbiniyên pirsporên karûbarên Iraqê xemsariya bernamzetan û jidestdana baweriya gel bi hikumetê dê rê li pêşiya pêkanîna guhertinên nû bigire.

Analîzvanê koma aloziyên navneteweyî Lehîb Hîcel got: “Ez bawer nakim ku hilbijartinên bê dê guhertinan di parlamentoyê de çêbikin. Dibe ku têkildarî hevsengiya di navberaiya partiyê berê de guhertinên sivik çêbibin.”

Lêkolînerê saziya Qirin a Iraqê Secad Ciyad got gelê Iraqê ji ber pergala siyasî û çarenûsa welêt a nediyar, bêhêvî bûne.

(şx)