Balafirên şer ên Tirkiyê komeke kolber bombe kirin: 2 kolber hatin kuştin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker komek kolberên li ser sînorê Urmiye û Wanê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kolber hatin kuştin, 2 kolber birîndar bûn û 8 jî hatin binçavkirin.

Balafirên şer ên Tirkiyê komeke kolber bombe kirin: 2 kolber hatin kuştin
20 îlon, 2021   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan û Wanê ya Bakurê Kurdistanê, komek kolber bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafiran koma kolberan li gundê Kuranî ya dikeve ser herêma Soma ya Biradost a li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bombebaran kirine.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku 8 kolberên din jî ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li ser sînor ve hatine binçavkirin.

Çavkanî: Rojnews