Kongreya Star salvegera damezirandina PYD`ê pîroz kir

Kongreya Star a Rojava, salvegera 18`an a damezirandina PYD`ê pîroz kir.

Kongreya Star salvegera damezirandina PYD`ê pîroz kir
20 îlon, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, salvegera 18`an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi peyamekê pîroz kir.

Kongreya Star bi vê boneyê hemû şehîdên partiyê bi bîr anî.

Kongreyê di peyamê de destnîşan kir ku PYD`ê rêgeza neteweya demokratîk ji xwe re esas girt û projeya Rêveberiya Xweser di sazûmaniyên xwe de pêk anî.

Kongreyê behsa rola mezin a PYD`ê ya li ser astên siyasî, civakî û dîplomatî di dirêjahiya 18 salan de kir û diyar kir ku partiyê bi rêxistinkirina meclisên xwe di nava gel de û pêkanîna rêgeza hevserokatiyê û aktîfkirina pergaleke taybet a jinan, bi awayekî mezin bandor li gel kir.

Kongreyê di dawiya peyama xwe de soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî û nenavendî û xurtkirina birêxistinkirina civakê heta sepandina aştiyê da.

(şx)

ANHA