Hêzên hikumeta Şamê ciwanek ji Baxozê birîndar kir

Ciwanek ji bajarokê Baxozê dema ku li qiraxa çemê Firatê masî digirtin, ji ber gulebarana hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Hêzên hikumeta Şamê ciwanek ji Baxozê birîndar kir
18 îlon, 2021   14:38
DÊRAZOR

Ciwanê bi navê Samî El-Ilêwî ê ji bajarokê Baxozê dema ku li qiraxa çemê Firatê masî digirtin, ji aliyê leşkerên hikumeta Şamê ve hate gulebarankirin.

Samî El-Ilêwî ê sînga xwe de birîndar bû û tavilê wî rakirin nexweşxaneyan

Ji şahidê bûyerê Elî El-Merdûd diyar kir ku endamên hêzên hikumeta Şamê yên li rojavayê çem gule avêtin Samî El-Ilêwî û wî birîndar kirin. Li gorî El-Merdûd rewşa Samî El-Ilêwî giran e.

Beriya du mehan, ji malbata El-Cebar kesekî din li qiraxa rojavayê çemê Firatê bi guleyên bêserûber birîndar bû.

ANHA