Remzî Kartal: Pêvajoya heyî, pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal pêvajoya heyî wek pêvajoyeke ku hêzên modernîteya demokratîk dê têkoşîna li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst mezin bikin û bi ser bixin, rave kir û got “Dem hatiye ku modernîteya demokratîk bi ser bikeve û azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bibe.”

Remzî Kartal: Pêvajoya heyî, pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye
19 îlon, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENIZ

Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê yê’ ket sala xwe ya duyemîn. Li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakî li dar ketin û di heman demê de gelê Kurd û dostên wan ev hemle hembêz kir.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal diyar kir ku biryardariya herî mezin a hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ gerîla ne û da xuyakirin ku divê her kes bêhtir ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hewl bide û destnîşan kir ku divê PDK dest ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Bersivên hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal ên ji pirsên me re wiha ne:

Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ket sala xwe ya duyemîn. Di çarçoveya wê de li çar parçeyên Kurdistanê û gelek deverên cîhanê li dijî faşîzm û tecrîdê çalakî çêbûn. Sala yekemîn a hemleyê çawa derbas bû, armanc heta kîjan astê pêk hatin?

Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ji bo azadiya rêber Apo li qadên gerîla, bi taybetî li qada Kurdistan û navneteweyî bû serkeftineke mezin. Berxwedana gerîla ji aliyê teknîk ve êrişên dewleta Tirk têk birin. Ev hemleyeke bêhempa bû. Ew qas ku dewleta Tirk a faşîst hemû hêviyên xwe li ser têkbirina gerîla bi êrişên teknîkî ava kirin. Lê belê berxwedana gerîla li her derê deng veda. Dewleta Tirk nekarî xwe ji krîza aborî, siyasî û civakî rizgar bike û krîz kûrtir bû.

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo, bi taybetî jî ji bo gelê me yê Rojava destekeke mezin a girseyî heye. Li Başûre Kurdistanê, li hin qadan û li gelek herêman destek ji pêvajoyê re hat dayîn. Li gel zext û zordariya faşîst a li Bakurê Kurdistanê jî bertekeke mezin çêbû. Gelê me di vê pêvajoyê de tevî vîrûsa Koronayê jî, bi taybetî li Ewropa û qada navneteweyî çalakiyên xwe dewam kirin. Ji bo pêşvebirin û xurtkirina hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li gelek deran çalakiyên girîng li dar ketin.

Her çend di sala borî de têra xwe nebe jî, di çalakiyan de serkeftineke girîng çêbû. Berxwedana gerîla bû biryardariya pêvajoyê. Em nikarin bibêjin ku raperîneke têra xwe serkeftî pêk hatiye. Lê belê pêvajoyê nîşan da ku di dema nû de raperîneke mezin dikare pêk were.

Di daxuyaniyên PKK û KCK'ê sala nû wek ‘Mîsogerkirina azadiya rêber Ocalan" tê diyarkirin. Di vê çarçoveyê de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin. Divê beşdariya li vê pêvajoyê çawa be?

Pêvajo, pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye. Rejîma dewleta faşîst a 100 salî hemû derfetên dewletê li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê seferber kirin. Têkiliyên navneteweyî û hemû îhtîmal li ser esasê encaman ketin meriyetê. Lê bi ser nexist. Dîsa siyaseta tunekirinê û êrişên leşkerî li ser vê bingehê bi pêş xistin. Ev yek bi têkoşîna rêber Apo, gerîla û gelê me pêk hatiye. Pêvajoya wan a hilweşînê, azadiya rêber Apo û çareseriya herêmî ya pirsgirêka Kurd e. Ji bo vê jî PKK û KCK'ê îsal wek sala azadiya rêber Apo îlan kir.

'BI PÊNGAVÊ RE EM Ê HILWEŞÎNA FAŞÎZMÊ BILEZÎNIN'

Her kes li ser azadiya fîzîkî ya rêber Apo dibe yek. Ya ku divê ji aliye civakî were kirin, ev e. Em ê îsal wek sala azadiya rêber Apo pêşwaz bikin û hilweşîna faşîzmê bilezînin.

Şert û mercên vê yekê hene? Belê hene. Dewleta Tirk a faşîst di dîroka xwe ya 98 salan de ketiye nava krîza xwe ya herî mezin. Faşîzma dewletê têk diçe. Ji ber ku polîtîkayên tepisandina pirsgirêka Kurd bi awayekî leşkerî, bê encam man. Tirkiye di warê aborî, polîtîkaya hundir û derve de ketiye nava krîzeke mezin. Ew nikare bi vî awayî bidomîne. Ji bo vê jî divê pêkhateyên Tevgera Azadiyê bi hemû rêbazan kar bikin û îsal bikin sala azadiya rêber Apo.

Tifaq û yekitiya hêzên modernîteya demokratîk çi qasî amade ye? Hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dê li ser têkoşîna di navbera van her du aliyan de, ji Kurdistanê ber bi herêmê û cîhanê ve fireh bibe?

Divê hêzên modernîteya demokratîk vê pêvajoyê rast binirxînin û bi hilweşandina faşîzmê re azadiya rêber Apo misoger bikin. Ji bo vê jî hêzên modernîteya demokratîk divê rast fêm bikin, faşîzmê hilweşînin û azadiyê misoger bikin û çalakiyên xwe divê zêdetir bikin. Ev yek wezîfeya bingehîn a hemû pêkhateyên modernîteya demokratîk e. Divê kêmasiyên di vî warî de jî bên derbaskirin.

'PÊVAJO, PÊVAJOYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E'

Pêvajo, pêvajoya têkoşîna hêzên modernîteya demokratîk a li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst e. Bê guman hêzên modernîteya kapîtalîst ku bi krîzên li Rojhilata Navîn siyasetê dimeşînin û li ser vê bingehê serdestiya xwe esas digirin, dixwazin polîtîkayên xwe li ser bingeha kişandina hin hêzên herêmî ber bi xwe ve û perçiqandina hin hêzên din, bidomînin. Bê guman hêzên modernîteya demokratîk di vî warî de û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê wek şertê pêşîn ê vê pirsgirêkê dibînin, pirsgirêkên herêmê bi sîstema modernîteya demokratîk li ser navê gelan çareser dikin û dixwazin hawireke aştiyane û demokratîk biafirînin. Ji bo vê tê dikoşin. Pêvajo, pêvajoyeke têkoşîna hevpar e. Ev yek jî işaretê bi serkeftina hemleya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û hêzên modernîteya demokratîk dike. Divê bi sekneke rast û biîdia beşdar bibin û serketinê mîsoger bikin.

Em derbasî sala duyemîn a hemleyê dibin. Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan roj bi roj zêde dibin û berxwedaneke dîrokî li dijî vê tê meşandin. Rewşa niha ya parçebûyî ya Kurdan bandoreke çawa li rêveçûna pêvajoyê dike?

Rewşa parçebûyî ya Kurdan pirsgirêka herî bingehîn a vê pêvajoyê ye. Têkoşîna sedsalî ya mezin, faşîzma dewleta Tirk xiste nava pêvajoya hilweşînê. Ev yek tê wateya hilweşîna polîtîkayên hêzên modernîteya kapîtalîst ên li dijî Kurdan li qada navneteweyî. Ji ber vê yekê, sekna parçebûyî ya Kurdan di qada navneteweyî de jî bandoreke neyînî li pêvajoyê dike. Ev yek bi kêrî dewleta Tirk tê ku em dikarin wek dijminê herî mezin ê Kurdan bi nav bikin ku li 3 parçeyên Kurdistanê mêtinger e.

'ŞENSÊ PDK'Ê NÎN E KU POLÎTÎKAYÊN BERÊ BIMEŞÎNE'

Divê Kurd li ser bingeha yekitiya neteweyî û civakî bersivê bidin dewleta qirker. Bê guman di vê pêvajoyê de divê hemû partî û bi taybetî PDK êdî bibînin ku Kurd êdî ne Kurdên sed sal berê ne. Gelê Kurd ew gel e ku pêşengiyê ji yekitiya demokratîk, wekhev a gelên herêmê re dike û pêşengiyê ji modernîteya demokratîk a cîhanê re dike.

Divê PDK xwe li dewletên mîna dewleta Tirk a mêtinger negire. Derfetên PDK'ê nîn e ku îro polîtîkayên bi heman rengî bimeşîne û şensê wan ê serkeftinê nîn e. Ev yek zirareke mezin dide Kurdan.

Em bi israr in ku vê peyamê bidin PDK'ê; divê dev ji tifaqa xwe ya bi dewleta Tirk a mêtinger re berde. Niha jî dewleta Tirk a mêtinger li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê ya li Başûr, li gel çeteyên ku ji Sûriyê anîne û cerdevanên ku ji Bakur anîne, şer dike. Li Başûr jî tevlêbûna hêzên PDK'ê li vî şerî tê wê wateyê ku mîna hêzên din di pozîsyona dijber de ye. Ev dê PDK’ê xerc bike. Dema ku faşîzm hilweşe, hemû hêzên ku xwe dispêrin faşîzmê, dê winda bikin. Ji bo vê jî divê demildest dev ji vê hevkariyê berde û li rex gelê xwe raweste.

Banga têkoşîna hevpar a Tevgera Azadiyê ya Kurd heye ku bi serketinê hemleyê bibe serî. Gelek derdor bi taybetî li Kurdistanê tevî Tevgera Azadiyê bang li PDK'ê dikin ku dest ji hevkariya li gel dewleta Tirk berde. Li gel vê jî PDK kiryarên xwe didomîne. Heke pêvajo bi vî rengî dewam bike, dê kîjan xetere derkevin holê?

Bê guman hebûna pêvajoyeke bi vî rengî, di eniya gelê Kurdistanê de rê li ber zelalbûna aliyan vedike. Ev yek dike ku polîtîkayên hevkariyê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi zelalî bên dîtin û gelê me helwestê nîşan bide. Divê hemû partiyên siyasî yên Kurdan, bi taybetî PDK, vê bibînin. Gelê Kurd dê tu carî hevkariya bi dewleta Tirk re qebûl neke. Hevkariya bere ya bi Îran, Sedam, dewleta Tirk re şansê xwe yê mayîndebûna îro nîn e. Ji ber ku hem têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd di qonaxeke cuda de ye û hem jî pozîsyona gel ji aliyê herêmî û navneteweyî ve di asteke cuda de ye.

'JI BO GELÊ KURD TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYA CIVAKÎ YE'

Tablo dê çawa diyar bibe? Alî dê zelaltir bibin. Ev jî ji bo gelê Kurd têkoşîna civakî ya demokratîk e; guherandin-veguherîna zîhniyetê ye. Bi tifaqa li gel dewletên dijber, li dijî gelê Kurd bi lenetê li xwe mikur hatin, dewamkirina xwerêveberiyê nîn e. Ev zîhniyet hilweşiyaye û pêvajoya paqijkirina wê ji jiyana civakî-siyasî ya gelê Kurd e. Ji bo vê jî di vê pêvajoyê de yekitiya neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd dê zêdetir bi pêş bikeve. Li dijî dijminê qirker geşkirina têkoşîna şoreşgerî ya neteweyî, civakî û demokratîk e. Divê her kes bi pêvajoyê ve girêdayî be, lê xwedî derkeve, bi baweriya ku têkoşînê ber bi serkeftinê ve bibe, têkoşînê mezintir bike.

Gelê Kurd di dema dawî de bi giranî xweparastin xistiye rojeva xwe. Xweparastin çima meseleyeke lezgîn e û heke bi vî rengî neyê dîtin dê kîjan xetere derkevin holê? 

Xweparastin, li dijî xetereyên dixwazin we tune bikin, di her wateyê de parastina xwe ye. Heke hewldana tunekirina zîndewarekê hebe, xweparastina wê mijareke bingehîn e. Lewma niha êrişên li ser gelê Kurd ên dewleta Tirk a qirker û mêtinger hene ku armanc dike hebûn û nasnameya Kurdên azad ji holê rake û hêzên kapîtalîst ên navneteweyî destekê didin wê. Li hemberî vê yekê, divê hemû dînamîkên civakî yên alîgirên Kurdên azad, li ser bingeha xweparastinê xwe biparêzin.

'DI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DE XWEPARASTIN ESAS E'

Ne tenê di wateya leşkerî de, di warê siyasî, çandî, civakî, dîplomasî, madî, manewî, exlaqî, xweparastinê de, di hemû qadên jiyanê de şer û têkoşîn tê meşandin. Divê her kes parastina xwe bike. Xweparastin, rêbaza mecbûrî ya têkoşîna hebûnê ya gelê me ye. Ji ber vê yekê, xweparastin ji bo gelê me, baweriyên me, çand û hebûna me ya li her qada jiyanê, mecbûrî ye. Li dijî êriş û şerê taybet ê dijmin, divê em li her qadê xwe bi pêş bixin, perwerde bikin û formên alternatîf ên xweparastinê pêk bînin.

Gelek caran tê gotin ku felsefeya modernîteya demokratîk a rêber Apo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e. Li gorî vê tespîtê, gelo pêkan e ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wek şerê modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst bê şîrovekirin? 

Belê. Rojhilata Navîn navenda wî şerî ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst dixwazin li ser bingeha berjewendiyên xwe herêmê ji nû ve dîzayn bikin. Lê belê gelên herêmê êdî di şert û mercên şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de nîn in. Bi taybetî di van 50 salên dawîn de asoyeke nû heye, îdeolojiyeke nû heye ku ji hêla Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve bi pêşengiya rêber Apo hatiye geşkirin. Neteweya demokratîk, di çarçoveya konfederalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk de xwe kiriye modernîteya alternatîf ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de hatiye ravekirin. Ev yek ji bo gelên cîhana pêşverû, navendeke dilkêş e.

'HILWEŞÎNA FAŞÎZMÊ TEQEZ E'

Ji çar aliyê cîhanê ve tevlêbûna li nava têkoşîna li Rojava heye, li qada navneteweyî tê temsîlkirin û xwedî lê derdikevin. Hêzên modernîteya kapîtalîst vê yekê ji bo xwe wek xetereyekê dibînin. Ji ber vê yekê destekê didin Tirkiyê. Tevî desteka wan jî Tirkiye li pêşberî têkoşîna me têk diçe. Ji ber vê yekê di hemû qadan de ketiye nava krîzan. Ji ber vê yekê, binketina faşîzmê û hêzên alîgirên faşîzmê jî teqez e. Li ser vê bingehê divê têkoşîna her du modernîteyan (demokratîk-kapîtalîst) a li herêmê bi zelalî were dîtin. Bidestxistina hêza li herêmê, têkoşîna modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk e ku bi pêşengiya gelan, jinan û baweriyên li herêmê sîstemeke adil, demokratîk, azad û aştiyane biafirîne. Li ser vê bingehê divê her kes vê girîngiya stratejîk bibîne, xwe lê zêde bike û têkoşînê mezin bike.

Dan û standinên di navbera netewedewletên herêmê de ji nû ve dest pê dikin. Li pişt deriyên girtî çi diqewime, gelo tifaqa antî-Kurd di sedsala 20'an de pêkan e? Hate ragihandin ku hevdîtinên di navbera şefên îstixbaratê yên Sûriye û Tirkiyê de hene. Hûn hilbijartina Bexdayê wek cihê hevdîtinan, çawa dinirxînin?

Ev tifaq û lêgerînên wan jixwe di navbera çar dewletên mêtinger de hene . Di sedsala 20'an de ev tifaq li ser esasê polîtîkayên serdestiya herêmî bi awayekî bibandor hate domandin. Bi taybetî, tevî têkoşîna gelekî cidî ya serdestiya herêmî ya di navbera Tirkiye û Îranê de jî dewam kir. Di navbera Enqere, Şam, Bexda û Tehranê de her tim li dijî Kurdan tifaq hatiye kirin. Yanî dema pêşketinek di aliyê Kurdan de çêbe, ev tifaq, lêgerîn û diyalog her tim çêdibin û niha di asteke herî jor de ye.

A rast, di dema referanduma 2017'an de ku ji aliyê PDK'ê ve hate kirin, dan û standinên wan li Tehranê çêbûn. Wan hin biryar dan. Niha dîsa di tengasiyê de ne. Sîstemên faşîst, bi taybetî jî rejîma faşîst a Tirk, tirsa xwe ya hilweşînê heye. Ev tirsa hilweşîn û windakirinê, lêgerînên diyalogê yên di navbera dewletên navborî de bêhtir bi lez dike. Lê belê bi van lêgerînên diyalogê nikarin xwe biparêzin. Niha perspektîfeke nû li herêmê li ser esasê wekhevî û azadiya gelan geş bûye, bi taybet piştî şoreşa Rojava. Li ser vê bingehê têkoşînek tê pêşxistin. Dîsa di nav gel û welatên herêmê de diyalog heye, ev jî di qada navneteweyî de encamê dide.

Di navbera 4 dewletên mêtinger de diyalog hene. Dan û standinên li Bexdayê encama wê ye. Lê bingeha diyaloga di navbera gelan de hem li Rojhilata Navîn û hem jî li qada navneteweyî bi pêş dikeve. Lewma pêwîst e geşedanên li ser esasê têkoşîna modernîteya demokratîk bên şopandin. Ev lêgerînên di navbera dewletên mêtinger de dê bidomin û bi mebesta pêşîlêgirtina hêzên modernîteya demokratîk in. Lê ya ku em dibêjin ev e; dem dema azadiyê ye, dem dema modernîteya demokratîk e ku bi ser bikeve. Dem dema azadiya rêber Apo ye.

ANHA