Meclisa Kantona Girê Spî komkujiya li gundê Dibis şeremzar kir

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê helwesta civata navneteweyî û garantorê rûsî ya têkildarî sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Meclisa Kantona Girê Spî komkujiya li gundê Dibis şeremzar kir
18 îlon, 2021   14:26
EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê komkujiya ku artêşa Tirk duh li gundê Dibis ê girêdayî navçeya Eyn Îsayê pêk anî, şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya baregeha rûsî ya li Eyn Îsayê bi beşdariya bi dehan endamên saziyên kantonê û şêniyên navçeya Eyn Îsayê hate xwendin.

Cîgirê berdevkê Meclisa Kantona Girê Spî Egîd Bozan daxuyanî xwend û got: "Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Beriya demekê li gundê  Sefawiyê komkujiyek li dijî malbatekê pêk anî. Dîsa jî li navçeya Zirganê komkujî pêk anîn û gelek şehîd û birîndar çêbûn.

Li ser vê yekê em bang li civata navneteweyî û herêmî dikin û dibêjin; li dijî sûcên dagirker ên li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê nîşan bidin, ji ber ku ev sûc qanûn û peymanên navneteweyî bin pê dike.

bi mijarê ve girêdayî garantorê rûsî û hikumeta Şamê tevî peymanên hatine mohrkirin ku li ser bingeha wê li herêmê bi cih bûne, çavdêriyê bike û parastina mafên sivîlan bike, lê tu helwest li hemberî van sûcan nîşan neda.

Di heman demê de em bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li dijî berjewendiyên dewleta Tirk ên dagirkirina rûbereke din, piştgiriya QSD`ê bikin, ji ber ku parastina Sûriyê dikin."

Di encama topbarana li dijî gundê Dibis de 4 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Navên sivîlên şehîd ev in: Malik El-Muharib (25) Îdan Hemed El-Umeyrî (40), Hemed El-Xinês El-Cerbû (20) û Xemûs El-Bisêlî (17).

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/e5SKUGtjTRo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>