Li Helebê bi boneye vekirina dibistanekê şahiyek hate lidarxistin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro tev li şahiya vekirina dibistana Şehîd Qehraman bûn. Li ser asta her du taxan, dibistana Şehîd Qehraman yekemîn dibistana ku materyalên Rêveberiya Xweser dide xwendin.

Li Helebê bi boneye vekirina dibistanekê şahiyek hate lidarxistin
18 îlon, 2021   11:00
HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) a Helebê, dibistana Şehîd Qehraman Efrîn vekir.

Dibistan şehîd Qehraman Efrîn li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd e. Waneyan dide derdora 600 xwendekarên her sê astan seretayî, navîn û amadehî. Dibistanê deriyên xwe di 5`ê Îlonê de li pêşiya xwendekaran vekir.

Di şahiyê de nûnerên meclisa giştî ya taxê, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi sedan xwendekar tevî malbatên xwe tev li şahiya vekirina dibistanê bûn.

Di şahiyê de yek ji rêveberên KPC-Demokratîk a Helebê, Mihemed Behrî û endamê desteya giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Nebîhe Mosko axivîn û bi xêrhatina beşdaran kirin.

Her du rêveberan vekirina dibistanê li şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, pîroz kirin. Her wiha girîngiya fêrbûna zimanê zikmakî bi rêya metryalên Rêveberiya Xweser piştrast kirin.

Der barê girîngiya vekirina dibistanê li Helebê de, her du rêveberan destnîşan kir ku armanca vekirina dibistanê ew e ku biratiya gelan û jiyana hevbeş û rêgezên neteweya demokratîk fêrî xwendekaran bikin.

Şahî bi belavkirina şîranî û gerandina xelekên govendan li ber stranên şorşegerî bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LhiSXj7pQ_8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>