Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 273 kesên din bi Koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 273 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine û ji ber Koronayê 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 273 kesên din bi Koronayê ketine
18 îlon, 2021   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Hesekê, jinek ji Qamişlo, mêrek ji Dêrik û mêrek ji Dêrazorê ne.

Mistefa her wiha da xuyakirin ku kesên bi Koronayê ketine, 163 mêr in û 110 jin in.

Desteya tenduristiyê anî ziman ku 4 kesên ku berê bi Koronayê ketibûn baş bûne.

Heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 24 hezar û 520 kesan bi Koronayê ketine û 853 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha 2 hezar û 46 kes baş bûne.

(dx)