​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dayîkek revand

Çeteyên bi navê "Emin (Ewlehiya) Siyasî" ya artêşa Tirk a dagirker dayîka du zarokan ku çûbû serdana hevjînê xwe yê girtî revandin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê dayîkek revand
17 îlon, 2021   09:17
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên bi navê "Emin (Ewlehiya) Siyasî" ku bi fermana rasterast a îstîxbarata Tirk li bajarê Efrînê dixebite, welatiya bi navê Ferîde Mistefa ya 28 salî ku dayika du zarokan e û ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye, revand.

Çavkanî diyar kir ku welatiya bi navê Ferîde Mistefa dema ku diçû serdana hevjînê xwe yê girtî, hate revandin. Hevjînê Ferîde, Mihemed Ebdulqadir Sîdo yê ji gundê Brîmce yê navçeya Mabeta di 1'ê vê mehê de, li ser benda kontrolê ya ketina bajarê Efrînê, hate revandin.

Çavkanî da xuyakirin ku welatiya bi navê Ferîde bi behaneya ku navê wê di lîsteya navên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê xwestin de ye, hatiye revandin. Piştî ku ew revandin ber bi cihekî nediyar ve birin.

(dx)