Di topbarana li ser gundê Dibis de 4 sivîl di nav de zarokek şehîd bûn

Di encama topbarana domdar a li ser gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsayê de 4 sivîl ku yek ji wan zarok e şahîd bûn.

Di topbarana li ser gundê Dibis de 4 sivîl di nav de zarokek şehîd bûn
17 îlon, 2021   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Dibis ê gundewarê rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Hate piştrastkirin ku di encama topbaranê de di nav de zarokekî 17 salî, 4 sivîl şehîd bûne û 3 sivîl birîndar bûne.

Navên şehîdan wiha ne: Malik El-Miharb El-Hemîd (25), Îdan Hemed El-Imêrî (40), Hemed El-Xenîs El-Cerbû (20) û zarokê bi navê Xemûs El-Bisêlî (17).

Topbaran heta niha berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bfmi-vepjSc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>