Rûsyayê herêmên li çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kirin

Vê sibehê balafirên şer ên Rûsyayê herêmên cuda yên çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Rûsyayê herêmên li çolistana Sûriyê bi dijwarî bombebaran kirin
17 îlon, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê gelek êriş pêk anîn.

Ji saetên sibehê ve, balafirên şer ên Rûsya li dijî herêmên li çola Resafe ya li Reqayê, sêgoşeya Heleb-Hums-Reqa û çolistana rojhilatê Humsê ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ`ê xwe li wir bi cih dikin, êriş pêk anîn. Agahiyên li ser wendahiyên canî nehatin bidestxistin.

(cx)