Ermenistanê li dijî Azerbêcanê doz vekir

Ermenistanê ji ber cudakariya li dijî Ermenan, li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî doz li dijî Azerbêcanê vekir.

Ermenistanê li dijî Azerbêcanê doz vekir
17 îlon, 2021   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh Ermenistanê daxwaznameya vekirina dozê li dijî Azerbêcanê vekir. Ermenistan, Azerbêcanê bi pêkanîna sûcên nîjadî di şerê sala borî de li herêma Qerebaxê, tawanbar dike.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê daxuyanî da û tê de got: “Ermenistanê got Azerbêcan nîjadperestiyê li dijî Ermenan pêk tîne. Di encama siyaseta dewletê ya li ser dijminatiya Ermenan ava bûye, Ermen rastî nîjadperestiyê, komkujiyan û sûcên din hatin.”

Her wiha Ermenistanê bang li dadgehê kir ku tedbîrên awarte bigire da ku mafên Ermenistanê biparêze.

Ji ber şerê ku 6 hefteyan dewam kir, zêdetirî 6 hezar û 500 kes hatin kuştin. Ev şer di Mijdarê de piştî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsyayê bi dawî bû. Li gorî wê Ermenistan hinek herêmên ku kontrol dikirin, dan Azerbêcanê.

(şx)