Şoreşgerê Kurd Şukrî Serhad li Silêmaniyê bi êrişeke çekdarî hat şehîdxistin

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, di encama êrîşek çekdarî a tê texmînkirin ku MÎT’a Tirk pêk aniye de, şehîd bû.

Şoreşgerê Kurd Şukrî Serhad li Silêmaniyê bi êrişeke çekdarî hat şehîdxistin
17 îlon, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, rastî êrişa çekdarî hat.

Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira dema li ser rê dimeşiya, ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.

Piştî êrîşê hêzên polîsan hatin cihê bûyerê û cenazeyê Ş. Şukrî Serhed birin Saziya Tiba Edlî.

Tê gotin ku ku êriş ji aliyê MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hatiye pêkanîn.

Yasîn Bulut kî ye?

Yasîn Bulut di sala 1957’an de li bajarê Qersê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk dibe, sal 1978’an tevgera PKK’ê nas dike û tevlî dibe. Di dema darbeya leşkerî ya 12’yê Îlona 1980’yan a li Tirkiyeyê de tê girtin û li zindana Amadê dimîne. Yasîn Bulut li vir tevî pêşeng û kadroyên PKK’ê dijî pêkanînên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedanek dîrokî nîşan dide û serî natewîne. Di sala 1991’an de ji girtîgehê derdikeve û bere xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê. Yasîn Bulut ev 15 sal bûn di nava Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê de kar dimeşand.