Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke dagirkirinê ya çeteyan têk bir

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a dagirkirina hin gundên Minbicê, têk bir.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldaneke dagirkirinê ya çeteyan têk bir
17 îlon, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navena Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê belav kirine, duh çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan derbasî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibin, li ser wê yekê di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de li gundên Seyade, Um Edese, Um Cilûd û Ereb Hesen ên li bakurê rojavayê Minbicê şerekî giran rû da.

Navenda Ragihandinê piştrast kir ku şervanên wan hewldana çeteyan têk biriye û şer heta saetên derengiya şevê dewam kiriye.

Navendê her wiha destnîşan kir ku baregeha dagirkeriya Tirk a li gundê Qîrata jî hemwextî hewldana çeteyan, gundê Tûxar ê bakur rojhilatê Minbicê topbaran kiriye.

(cx)