Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê rageşî heye

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî rewşa başûrê Sûriyê, rewşa Lubnanê û aloziya Bendava Nehdayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê rageşî heye
17 îlon, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI SIWÊDAYÊ RAGEŞÎ ZÊDE DIBE, LI DERAYÊ JÎ LIHEVKIRIN DIKEVIN MERIYETÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li parêzgeha Siwêdayê ku piraniya niştecihên wê durzî ne, ji beriya çend rojan ve rewşa ewlehiyê tevlihev e. Di navbera komên xwecih ên ji şêniyên Siwêdayê yên girêdayî hêzên ewlehiyê û hêzên têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî Partiya Lîwa ya Sûriyê de, bûyerên revandinê pêk hatin. Li ser wê yekê kesek ji bajarokê El-Qerya hate kuştin û hin kesên din birîndar bûn. Di heman demê de Rûsya li parêzgeha Dera ya li kêleka Siwêdayê, dest bi pêkanîna lihevkirinan kiriye.

Tevî ku aliyên li Siwêdayê roja çarşemê li ser berdana kesên hatine revandin û bidawîkirina rageşiya di navbera xwe de, li hev kirin. Lê belê hin tevgera Rîcal El-Kerame hîna jî dorpêç dikin û bang li hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê li Siwêdayê dikin ku çekan ji komên xwecih ên li bajêr vekişînin û wan darizînin an jî wan ji Siwêdayê derxin.

Duh tevgera Rîcal El-Kerame li bajarê Siwêdayê li dijî hejmareke kesên ku bi girêdana bi mafyayan re tên tawanbarkirin, hemleya serdegirtinê pêk anî. Endamên tevgerê li derdora bajarokê Etîl ê bakurê Siwêdayê û herêmên din ên parêzgehê belav dibin.

Ev rageşî wekî bersivdayîna binpêkirin û destdirêjiyên koma Racî Felhût a girêdayî şaxê ewlehiya leşkerî li dijî sivîl û şêniyan pêk tê, bi taybetî li ser rêya sereke ya Şam-Siwêdayê.

Li Derayê jî şandeyeke leşkerî ya Rûsyayê û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîmê roja çarşemê ketin bajarokê El-Mizêrîb. Ew yek piştî ku li ser pêkanîna bendên nexşerêya Rûsya, vekirina navendên çareserkirina rewşan li navenda bajarok, radestkirina çekên sivik û navîn, bilindkirina ala Rûsya û ya Sûriyê li ser saziyên hikumetê li bajarok li hev kirin, pêk hat.”

‘SIYASETMEDARÊN LUBNANÊ YÊN HIKUMETA NÛ ASTENG DIKIN, DIBE KU RASTÎ CEZAYAN BÊN’

Têkildarî Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Roja pêncşemê Parlamantoya Ewropayê ji YE`yê daxwaz kir ku cezayan li ser siyasetmedarên Lubnanê yên ku rêgeha hikumeta nû asteng dikin, ferz bike. Ew yek rewşeke biguman ji bo pêşeroja rewşa Lubnanê nîşan dide.

Parlamantoya Ewropayê ji saziyên Ewropayê daxwaz kir ku zexta li ser siyasetmedarên Lubnanê kêm neke û got encax bi cezayan em bikarin li hemberî hewldanên têkbirin an qelskirina xebatên siyasî li Lubnanê bisekinin.

Parlamantoyê piştrast kir ku divê lubnanî sozên xwe pêk bînin û hikumetê aktîf bikin û aloziya aboriyê çareser bikin.”

‘DOSYAYA NEHDAYÊ DÎSA DI ROJEVÊ DE YE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî dosyaya Bendava Nehdayê wiha got: “Meclisa Ewlehiyê dîsa dosyaya Bendava Nehdayê xist rojeva Yekitiya Afrîkayê. Êdî ji bilî lêgerîna li mekanîzmayeke nû ya çareserkirina dosyayê, tu rê li pêş her sê welatên li ser bendavê bi nakok in, neman. Pispor dibêjin ku mekanîzmaya berê ya dan û standinan êdî bi kêr nayê. Gerên dan û standinan ên pêk hatine jî nikarîbûn dozê çareser bikin. Dosyaya ku li ser wê Etiyopya, Sûdan û Misir bi nakok in, dibe ku bandoreke neyînî li tevahiya herêmê bike.

Pispor dibînin ku ger her sê alî xwedî îradeya siyasî bin, dibe ku Yekitiya Afrîkayê di dosyayê de bandoreke mezintir çêke.”

(cx)