Navendan dest bi wergirtina pembo kir

Navendên ji bo wergirtina pembo hatibûn diyarkirin, li gorî nirxê ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû, dest bi wergirtina pembo kir. Endamê Rêveberiya Navenda Pembo ya Reqayê da zanîn ku xebata wergirtina pembo baş dimeşe.

Navendan dest bi wergirtina pembo kir
17 îlon, 2021   07:16
REQA-EHMED ESAF

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina pembo; 4 navend veqetandine ku ew jî navenda Şinîne, navenda Kibiş, navendek li Dêrazorê û navendek li bajarê Hesekê ne.

Kirîna pembo ya ji cotkaran ji hezar û 950 lîreyên Sûriyê bû 2 hezar û 500 lîre.

ꞌBUHAYÊ JI BO PEMBO HATIYE DIYARKIRIN BAŞ Eꞌ

Cotkarê bi navê Îsa El-Ugle yê ji Reqayê axivî û got: "Buhayê vê dawiyê ji bo pembo hate destnîşankirin, ji bo cotkaran guncaw e, ji ber ku ew ê têra lêçûna çandiniyê bike û ji cotkaran re jî pereyekî baş dimîne. Li ser vê yekê em spasiya Rêveberiya Xweser dikin."

Cotkarên li Reqayê dimînin, dibêjin ku buhayê pembo yê nû hatiye diyarkirin, guncaw e.

ꞌXEBATA WERGIRTINÊ BAŞ BI RÊ VE DIÇEꞌ

Gerînendeyê Navenda Pembo ya Reqayê Salih Bozan axivî û got: "Ji 1`ê Îlonê ve 2 navend ji bo wergirtina pembo ji cotkaran re hatin destnîşankirin; Kibiş û Şinîne. Destpêkê wergirtina pembo kêm bû, lê piştî ku Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser buhayê kirîna pembo bilind kir, cotkaran berhemên xwe anîn navendan."

Salih Bozan da zanîn ku miqdarê pembo yê ku hatibû navendê, derdora 15 tonan bû, lê niha nêzî 150 tonî ye. Bozan bi domdarî got: "Pembo li gorî dereceyên başbûn û nebaşbûnê tê kirîn, ev jî li gorî dereceya şilahiyê û gemara tê de ye, li ser vê yekê derece ji aliyê pisporan ve tê diyarkirin."

Bozan diyar kir ku miqdarê ku li navenda Kibiş hatiye wergirtin, zêdetirî 750 tonî  ye û wiha dewam kir: "Di heman demê de li navenda Şinîne jî nêzî 50 tonî ye."

Rûbera çandina pembo kêm bûye û sedema vê yekê ew e ku dewleta Tirk a dagirker, rêjeya ava Firatê kêm kiriye, di encamê de gelek cotkaran pembo neçandin, ji ber ku pêwîstiya wê bi avdaneke pir heye.

Li herêmê ji ber pêla germahiyê zirar gihaşt mewsima pembo, pê re jî berhem li herêmê kêm bû. Li herêmê berhema her donimekî negihaşt 250 kg, lê mewsima par her donimek 550 kg bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iM1f_uRzVTg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>