Navê sivîlê bi çekên qedexekirî birîndar bûye hate zanîn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî ya li dijî gundewarê rojavayê navçeya Eyn Îsayê de, sivîlek birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Navê sivîlê bi çekên qedexekirî birîndar bûye hate zanîn
15 îlon, 2021   08:56
 EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji Eyn Îsayê dane, sivîlê birîndar bûye bi navê Ehmed Fecir Şedhan e û 37 salî ye.

Di Tebaxa borî de, artêşa Tirk a dagirker li gundê Sefawiyê yê Eyn Îsayê komkujî pêk anîbû û ji malbatekê 4 kes (bav û 3 zarokên wî) qetil kiribûn.

(cx)

ANHA