Partiyên siyasî: Armanca êrişên hovane yên dewleta Tirk qirkirin e

9 partiyên siyasî bi daxuyaniyekê êrişên dewlet Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku armanc ji êrişên hovane qirkirina gelê Kurd e.

Partiyên siyasî: Armanca êrişên hovane yên dewleta Tirk qirkirin e
15 îlon, 2021   09:36
QAMIŞLO

Îro 9 partiyên siyasî yên li navçeya Amûdê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Partiya Yekitiya Demokratî (PYD) Newroz Elî ve li pêşiya Meclisa Navçeya Amûdê hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker û qirker hovîtiya xwe ya li dijî gelê Kurd dewam dike, çi bi rêya êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê be.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Di daxuyaniyê de bêdengiya cıvata navneteweyî li hemberî van êrişên hovane hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Tevî ku ev êrişên dewleta Tirk hemû zagonên navneteweyî û hemû pîvanên mafên mirovan binpê dike jî, lê belê hemû saziyên peywendîdar ên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî êrişan xwe bedeng dikin.”

Partiyên ku beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne:

Partiya Yekitiya Demokratîk,

Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriyê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Guhertina Demoqrat li Kurdistanê

Prtiya Kesk a Demokratîk

Partiya Lîberal a Kurdistanê

Partiya Aştiya Demoqrat a Kurdistanê

Partiya Komarîger a Kurdistanê

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cv94TeU5qSY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>