Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî welatiyek Êzidî revand

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk kalemêrekî Êzidî dema gihaşt gundê xwe yê girêdayî navçeya Cindirêsê, revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî welatiyek Êzidî revand
15 îlon, 2021   08:48
ŞEHBA

Li gorî heman çavkanî, çeteyên El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk li gundê Keferzîtê yê girêdayî navçeya Cindirêsê bi cih dibin, welatiyê Êzidî yê bi navê Hesen Kalo (70) dema ku beriya 20 rojan gihaşt gundê xwe, revand.

Çeteyan ji bo ku Hesen berdin û bihêlin ku li gundê xwe bimîne, 5 hezar dolar amerîkî wek fidya li ser wî ferz kirin.

Hesen Kalo li kantona Şehbayê dima, lê belê ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriye (ENKS) ve hat xapandin û vegeriya Efrînê. Lê dema ku Kalo gihîşt Efrînê yekser hate revandin.

ENKS'ê bi hemû rêbazan hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî rewa bike.

(dm)

ANHA