Dera..şerê li ser serweriyê, vekirina dergehan û xetên gazê

Li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê ji ber cihê wê stratejîk, şerê li ser serweriya wê, her wiha vekirina dergehan û ya herî giring jî vekirina xetên gazê, didomin.

Dera..şerê li ser serweriyê, vekirina dergehan û xetên gazê
14 îlon, 2021   07:59
DERA-YÛSIF ELÎ

Dera ew rûber biçûk ji Sûriyê ji 10 salan ve ji dîmena Sûriyê winda nebûye. Bi destpêka krîza Sûriyê re gelek hêzan ji bo berjewendiyên xwe destwerdan kirin, lê diyar e dê Dera heta demekê wisa bimîne, tevî derbasbûna hêzên hikumeta Şamê ya bi piştevaniya Rûsyayê di vê dawiyê de.

Parêzgeha Dera xwedî erdnîgariyeke stratejîk e, başûrê Sûriyê bi hundir ve girê dide û tê re rêya bazirganî ya di navbera Sûriyê û Urdinê de diçe. Ji bilî wê jî li ser sînorê Sûriyê-Îsraîlê ye, ji lew re ji bo hemû aliyên aktîf di krîza Sûriyê de girîng e.

GELO PIŞTÎ PEYMANA BAŞÛR ÇI HEYE?

Tevahî dizanin ku aloziya  Sûriyê ji parêzgeha Derayê di 2011’an de dest pê kir, di vê parêzgehê de gelek komên çekdar ava bûn. Ew jî bi sedema piştevaniya mezin ku wan koman ji hêzên destwerdan li Sûriyê kirine, mîna DYA’yê, Brîtanya, Îmarat, Qeter, Urdin û Erebistana Siûdî. Di wê demê de bi navê odeya"Mok" dihat nasîn.

Vê pitevaniya derve hişt ku komên çekdar serweriyê li gelek herêmên parêzgehê bikin ku bi wê re veguherî nakokiya di navbera hêzên hikumeta Şamê û hêzên destwerdêr. Ew rewş mîna xwe ma, heta bazarî çêbûn. Ew yek jî bi avakirina koma Astana ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê destpêka 2017’an de pêk hat, da ku berjewendiyên xwe yên sêalî li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin.

Bi bazarên tirkî-rûsî re komên çekdar di havîna 2018’an de herêm radestî hikumeta Şamê û Rûsya kir û beriya wê jî bi girêbesteke qirêj a di navbera wê û Tirkiyê de Heleb radestî hikumeta Şamê kiribû. Li gorî wê girêbest û peymanê dewleta Tirk Cerablus, Bab û Ezaz ên Helebê dagir kirin û li beramberî serweriya li Xûta Şerqiyê hiştin ku dewleta Tirk Efrînê dagir bike.

Ev peyman an jî lihevkirina başûr, piştî civîna berpirsên ewlehiya neteweyî ya di navbera Amerîka, Rûsya û Îsraîlê de pêk hat anku peyman bi sponseriya amerîkî-îsraîlî çêbû.

Di peymanê de divê komên çekdar tevahî çekên giran radestî hikumeta Şamê bikin û tenê çekên ferdî û sivik bihêlin, hêzên hikumeta Şamê û ewlehî derbasî Dera bibin, ji bilî hin herêman.

HIKUMETA ŞAMÊ DI DERAYÊ DE LI ÇI DIGERE?

Piştî lihevkirina 2018’an hikumeta Şamê serwerî li hin herêman kir, lê hin herêmên mîna Dera El-Beled man û di bin fişar û zexta hikumetê radest nebûn. Li hember hikumetê xwepêşandan, grevên giştî û pîrozbahiyên salvegera şoreşê ku ji Derayê de dest pê kiriye, li dar xistin. Şêniyên van herêman hilbijartinên serokatiyê yên dawiya Gulanê de boykot kirin û ev jî bû sedem ku Şam bihtir hêrs bibe.

Piştî wan hilbijartinan, xwesteka hikumeta Şamê ku ji nû ve herêmê kontrol bike zêde bû. Di heman demê de hikumetê xwest bi vê yekê nehêle ku Dera careke din bibe destpêka serhildana gel li dijî desthilata wê, nexasim ku aloziya aborî û derbarê li herêmên di bin kontrola wê de zêde bûn.

Ji wê zêdetir jî hin metirsî hebûn ku Îsraîl, Amerîka û Brîtanya eniya başûr di pêşerojê de aktîf bike û li dijî hêzên hikumeta Şamê bi kar bîne.

ÎRAN Û BAŞÛRÊ SÛRIYÊ

Beriya peymana lihevkirinê ya 2018’an, peymanek di navbera Rûsya, Îsraîl û Amerîka de hebû ku divê DYA’yê û rojava piştevaniya çekdarên li başûrê Sûriyê nekin. Li beramber wê jî dê Rûsya bibe garantorê hêzên Îranê û komên bi piştevanê Pasdarên Îranê ji başûrê Sûriyê heta 80 kîlometre ji herêmên sînorê Îsraîl û Urdinê vekişin.

Tevî ku Îranê bersiva Rûsya da û ji başûrê Sûriyê vekişiya, lê pir dem neçû gelek gavên ji nû ve vegere û serweriya xwe li herêmê xurt bike, avêtn. Di van gavan de alîkariyên pere, xizmetguzariyên tenduristî û perwerdehî hatin pêşkêşkirin. Her wiha ciwanên ku ji hêla hêzên ewlehiyê ve dihatin xwestin bi çek kirin.

Têkildarî mijarê, lêkolînerê siyasî yê sûrî Mihemed Hemade wiha got: " Pasdarên Îranê tu serkeftin di avakirina hîmeke gelêrî de bi rêya Firqeya 4 û saziyên ewlehî û hêzên asîmanî pêk neanî."

Di rastiyê de eşkere bû ku Îranê heta demeke dirêj vê peymanê qebûl nake. Ji ber ku hebûna wê li herêmeke stratejîk li başûrê Sûriyê û herêmên sînorî yên bi Îsraîlê re yek ji armancên wê yên stratejî li Sûriyê ne. Îran dixwaze herêmê bike mîna başûrê Lubnanê û weke kaxizeke serkeftî di danûstandinên bi rojavayê re bi kar bîne.

Yek ji sedemên bilindbûna rageşiya dawî li Dera, xwesteka Îranê ya çareserkirina mijara Dera El-Beled bi awayekî leşkerî bû da ku ew kom li wir bên bicihkirin.

Piştî peymana dawî, hin agahî bi dest ketin ku Îran hewl dide ji nû ve komên xwe li herêmê bi cih bike û demografiya wê di rojên dawî de biguhere.

GELO ÎRAN Û RÛSYA LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ RIKBER IN AN KAR DABEŞ KIRINE?

Îranê li başûrê Sûriyê nuqteyên xwe avakirine ku tu kes nikare vê yekê înkar bike. Hin kes texmîn dikin ku Rûsya di pêkanîna sozên xwe de bi binketiye û nekarî rê li pêşiya hebûna Îranê ya li herêmê jî bigire. Hin guman dikin ku Moskove hebûna Îranê ya li Derayê bi kar tîne da ku Ewropa şantaj bike û tawîzan jê qezenc bike, nexasim di hêla dosya jinûve avakirina Sûriyê û rakirina cezayên li dijî Sûriyê.

Têkildarî mijarê lêkolînerê sûrî Dr Mihemed Reşîdî got: "Ne bi erêkirina Rûsya bûya, êrişên hikumeta Şamê yên bi piştgiriya Îranê li nêzî sînorê Îsraîlê ne mumkin bû ku pêk bihata. Diyar e ku Rûsya dixwaze rola navbeykar di navbera hikumeta Şamê û opozîsyonê de bilîze. "

Moskove qebûl nekir ku  desteka asîmanî bide hikumeta Şamê di operasyonên wî yên dawî li Derayê de, ev yek dide nîşandan ku Rûsya naxwaze ku hikumeta Şamê bêyî wê vê herêma stratejîk kontrol bike. Ji ber di rewşeke wisa de wê helwesta Îranê li ser hesabê wê li başûrê Sûriyê xurt bibe. Ev mijar jî ziyanê dighîne lihevkirinên wê yên bi rojava û Îsraîlê, di heman demê de Washingtonê bi hêrs dike.

Moskove xwest xwe wekî aliyekî dilsoz li Sûriyê bide xuya kirin, di heman demê DYA`yê îqna bike ku cezayên aborî yên li ser hikumeta Şamê biriye, sivik bike.

BERJEWENDIYÊN RÛSYA

Hin berjewendiyên din ên Rûsya hene, dixwaze sûdê ji rageşiya dawî bigire, ev armanca jî di xurtkirina Lîwaa 8`an a Firqeya 5`an xuya dibe ku piştgiriya xwe jê werdigire û li dijî hebûna Îranê ya li Derayê ye. Her wiha ciwanên dijber bi çek dike.

Li kêleka vê yekê hin armancên hevbeş ên Moskove û Tehranê hene, her du hewl didin çekdarên herêmî yê li herêmên dorpêçkirî, serî hilnedin û di pêşerojê de li dijî hikumeta Şamê êrişan pêk neynin. Da ku parastina ewlehiya li başûrê Sûriyê bike û ev aramî jî xizmeta vekirina dergehên bi Urdunê re dike. Di encamê de pereyan ji hikumeta Şamê re qezenc dike û madeyên li herêmên di bin serweriya hikumetê de jî dabîn dike.

Dibe ku yek ji armancên civîna dawî ya di navbera nûnerên Misir, Sûriyê, Urdun û Lubnanê de, ew be ku bi rêya Sûriyê gaza Misirê bigihîne Lubnanê, dîsa jî bi rêya Sûriyê kehrebê ji Urdinê bide Lubnanê. Yek ji armancên Rûsya sivikkirina zexta li ser hikumeta Şamê  ye.

Balkêş e, axaftina wezîrê petrolê yê hikumeta Şamê Besam Timê ya têkildarî xeta gaza erebî bû. Timê got, ew amade ye gaza Misirê di rêya Sûriyê derbasî Lubnanê bike û li hemberî vê yekê ew ê mafê derbaskirina gazê bi dest bixin.

Her wiha îşaret bi hevpeymana bi aliyê Misirê re kir û got: "Divê kiriya veguhestina gaza Misirê di rêya Sûriyê de ber bi Lubnanê ve were dayîn. Ev kirê an bi pere be an jî miqdareke adil ji gazê be."

Wezîrê petrolê yê hikumeta Şamê diyar kir ku hikumeta Şamê dê sûdê ji jinûve avakirin boriya gazê werbigire. Ev jî bi rêya bidestxistina miqdarekî baş ji gazê ye da ku dayîna kehrebê zêdetir bike.

Dirêjbûna boriya gaza erebî 320 kîlometre ji sînorê Urdinê heya Reyan a li naverasta Sûriyê ye. Dirêjbûna boriya ber bi Lubnanê ve ku ji Reyan heta Debosiyê ye 65 kîlometre ye. Li hundirê Lubnanê heta bi stasyona Dêr Emar derdora 36 kîlometre ye.

(fr-eh)

ANHA