Pûtin bi Esed re li Moskovê civiya

Hate ragihandin ku Serokê Rûsya Vladimir Pûtin li paytexta Rûsyayê Moskovê bi Beşar Esed re hevdîtin kir. Li gorî daxuyaniya Kremlînê ku Reutersê weşandiye, Pûtin îdia kir ku hêzên hikumeta Şamê ji sedî 90 ji Sûriyê kontrol dike.

Pûtin bi Esed re li Moskovê civiya
14 îlon, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 30 ji Sûriyê birêve dibe û ev herêm ne di bin kontrola hikumeta Şamê de ye. Her wiha dewleta Tirk jî ji sedî 10 ji axa Sûriyê dagir kiriye.

Her wiha Pûtin îdîa kir ku Beşar Esed hewl dide bi siyasetmedarên muxalif re hevdîtin bike.

Pûtin destnîşan kir ku têkiliyên bazirganî yên di navbera Rûsya û Sûriyê de, di 6 mehên destpêkê yên îsal de 3,5 caran zêde bûye.

Esed jî got, artêşa Sûriyê û ya Rûsya "serkeftinên" mezin bi dest xistine.

(dx)