Saziya kehrebê ya Dirbêsiyê: Me kehrebe da stasyona Elok, lê dagirkeran av berneda

Hevserokê saziya kehrebê ya navçeya Dirbêsiyê, da zanîn ku wan kehrebe daye stasyona Elokê, lê dewleta Tirk û çeteyên wê heta niha pabendî peyamana berdana avê nebûne.

Saziya kehrebê ya Dirbêsiyê: Me kehrebe da stasyona Elok, lê dagirkeran av berneda
12 îlon, 2021   10:55
HESEKÊ

Ev zêdetirî salekê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut kiriye.

Tevî peymanên berdana avê ji bo Hesekê hatin kirin jî, lê dewleta Tirk û çeteyên wê pabendî van peymanan nebûn.

Hevserokê Stasyona Kehrebê ya Navçeya Dirbêsiyê Ezîz Silêman, da zanîn ku bi şertê dayîna avê ji bo Hesekê wan kehrebe daye stasyona Elokê.

Silêman anî ziman ku 24 saet in wan kehrebe daye stasyona Elokê, lê heta niha dewleta Tirk av bernedaye.

Silêman piştrast kir ku ew pabendî hevpeymanên ku bi rêya Rûsyayê hatine kirin, lê dewleta Tirk û çeteyên wê pêk nayînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oesZMB9_EOg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>