Li Efganistanê rewşa çapemeniyê xirab e

Ji dema ku Talîban hat ser hikumê Efganistanê û vir ve qada ragihandinê bi paş ketiye. Talîban qeydan li ser dezgehên çapemeniyê ferz dike û rojnamevanan îşkence dike.

Li Efganistanê rewşa çapemeniyê xirab e
12 îlon, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya The New York Times, piştî ku Talîbanê hikum desteser kir, li Efganistanê guhertineke mezin di warê çapemenî û ragihandinê de pêk hat. Hejmara rojnamevanan her ku diçe kêm dibe û destdirêjî li rojnamevan tê kirin.

Tevgera Talîban piştî avakirina hikumeta demkî ya ji bo meşandina kar û barên rêveberiyê li welêt, bi daxuyaniyekê îdia kir ku rojname û dezgehên çapemeniyê aktorekî girîng in di civakê de.

Du rojnamevanên efgan roja çarşemê ji ber ku xwepêşandanek li Kabulê şopandibûn, ji aliyê endamên Talîban ve rastî îşkenceyê hatin.

Neda ku pêşkêşvana kenaleke tevlevîzyonê ya li Kabulê ye got:“Rewşa çapemeniyê pir xirab e. Kes cesaret nake ku ji Talîbanê behsa şaştiyên wan ên berê bike."

Bi dehan rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ji rojnameya The New York Times re gotin, televizyon, rojname û malperên nûçeyan ên herêmî karê xwe li gel tirs û çavdêriyê dewam dikin.

Li gorî daneyên ku rojnameyê dane, ji dema hatina Talîbanê ve bi sedan xebatkarên çapemeniyê û di nav de bi dehan rojnamevan ji welêt derketine.

(cx)