​​​​​​​Çiyayê Kurêjaro yê li Şêladizê hat bombekirin

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurêjaro ya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

​​​​​​​Çiyayê Kurêjaro yê li Şêladizê hat bombekirin
12 îlon, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Kurêjaro ya ser bi bajarokê Şêladiz ya ser bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kir.

Nayê zanîn bê ka di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na. Liv û tevgera balafiran li herêmê dewam dike.