Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk da

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hewldana derbasbûna çeteyên dewleta Tirk li bakur rojavayê bajarê Minbicê, têk birin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa çeteyên dewleta Tirk da
12 îlon, 2021   08:54
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên "Diri El-Firat" yên dewleta Tirk, di saetên serê sibehê de hewl dan ku bikevin nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li derdora gundê Um Edesa. Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Meclisa Leşkerî berisv dan û şerekî giran rû da.

Li gorî daxuyaniya, hemwextî şer artêşa Tirk a dagirker ji baregeha El-Yaşlî, nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û gundên derdora Um Edesa û El-Dendeniye topbaran kir.

Piştî operasyona li dijî hêzên dagirker li rojhilatê Babê ku di encamê de 12 leşkerên dewleta Tirk û 10 çeteyên wê hatin kuştin lidar ket, çeteyan îro hewl dan ku derbasî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibin.

(dx)

ANHA