Dayîkên şehîdan şehîdxistina 7 gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve şermezar kirin

Dayîkên şehîdên gerîla, hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk û şehîdxistina 7 gerîlayên azadiyê li Xelîfane ji aliyê PDK`ê ve, şermezar kirin.

Dayîkên şehîdan şehîdxistina 7 gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve şermezar kirin
12 îlon, 2021   10:27
QAMIŞLO

Bi dehan dayîkên şehîdên gerîla li bajarê Dêrikê li ber navenda Kongreya Star kom bûn û bi daxuyaniyekê xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û hedefgirtin 7 gerîla li Xelîfane şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de, êrişên dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên PDK'ê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, Metîna, Zab û Avaşînê hate şermezakirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin ku bombebarana dewleta Tirk a bi piştgiriya PDK'ê, komployeke li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, welatên herêmî di bombebarankirina herêmên Parastinê yên Medyayê de piştgiriyê didin dewleta Tirk, di serî de hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kiryarên hêzên PDK'ê, ji bo gelê Kurd û gelên herêmê cihê mixabiniyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de, dayîkên şehîdên gerîla helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê ya ku rê li ber faşîzma Tirk vekir ku nuqte û herêmên gerîla dagir bike, şermezar kirin.

(dx)

ANHA