Xebatên gihandina ava vexwarinê ji Hesekê re tên astengkirin

Bikaranîna şaş a xeta avê ji aliyê malên li peravên çemê Firatê re, xebatên gihandina ava vexwarinê ji navenda kantona Hesekê re, asteng dike. Aliyên peywendîdar li rex hewldanên çareserkirina pirsgirêkê banga hesabxwestinê kir.

Xebatên gihandina ava vexwarinê ji Hesekê re tên astengkirin
12 îlon, 2021   09:21
HESEKÊ-BASIM El-DEXÎL

Projeya kişandina ava Firatê ya ku Rêveberiya Xweser destpêka salê dabû destpêkirin, ji 1`yê Îlonê ve wekî tecrûbe kete pratîkê. Bi rêya vê projeyê ava vexwarinê ji şêniyên kantona Hesekê re hate dabînkirin, ji ber ku dagirkeriya Tirk  û çeteyên wê stasyona Elok ku jêdereke sereke ya ku ava vexwarinê dida Hesekê, rawestandiye.

Bi dayîna avê ya ji stasyona avê ya navçeya Siwer re ku dida stasyona El-Elwe ya başûrê bajarokê Şedadê û stasyona 47`an û heta digihêje stasyona Ezîziyê ya li bajarê Hesekê re,  karkeran dît ku gelek binpêkirin di xetan de çêbûye, nexasim li herêmê di navbera bajarokên Siwer, Mergede, Şedadê û Erîşe de. Di encamê de gihandina miqdareke baş ji avê ya ji stasyona Ezîziyê re asteng kir.

Li gorî karkerên projeyê; xetên avê di gelek aliyan de hatin hatine şikandin, ji ber ku hinek kesan bi rêbazên şaş xetên avê ji xeta sereke kişandine da ku avê bidin baxçe û malên li ser dirêjahiya çem, di encamê de boriya sereke li hin nuqteyan teqiyabû, ji ber ku zext li ser avê çêbûbû. Hin kesan jî hawizên komkirina avê çêkirine, da ku zeviyên xwe av bidin.

Gerînendeya avê ya kantona Hesekê 5 jêderên avê li ser dirêjahiya xetê çêkirin, da ku ava vexwarinê bidin şêniyên herêmê û pêşî li binpêkirinên li ser xetê bigirin. Ev jêder li bajarokê Mergede, li gundê Elwe Şemsanî, gundê El-Elwe û bajarokê 47`an û li gundê Ecace ne.

Tevî ku Rêveberiya Xweser tedbîr girtin, lê dîsa jî xetên di navbera bajarokê Siwer ê bakurê bajarê Dêrazorê ya Hesekê ya navenda kantonê, heta bi bajarokê Mergeda, Şedadê û Erîşe jî pir hatin xirabkirin, ji lew re kar û xebata rêveberiyê ya gihandina ava Firatê ji Hesekê re hate astengkirin.

Meclis û şaredariyên bajarokê Şedadê, Mergede û Siwer û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêmê destwerdan kir û binpêkirinên li ser xetê ji holê rakirin, di heman demê de li ser vê yekê hesab ji wan kesan xwestin û dest bi sererastkirina xetê kirin da ku av bi hêsanî bigihêje Hesekê.

Ji derveyî van pirsgirêkan jî hin pirsgirêkên di stasyona navçeya Siwer a bakurê bajarê Dêrazorê de ku derketibûn, bûn sedem ku ava vexwarinê bi derengî bigihêje bajêr.

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an de Serêkaniyê dagir kir, Şêniyên navenda kantona Hesekê û gundewarê wê zehmetiya peydakirina avê dikişînin, ji lewma ava xwe bi rêya sehrîcan peyda dikin.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaznameyek pêşkêşî NY kiribû, da ku pirsgirêka qutkirina ava vexwarinê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser kantona Hesekê çareser bike, lê ruxmî rêxistinên NY serdana kantonê û gundewarê wê dikin jî, tu çareserî ji aliyê wan ve tune ye.

Projeya kişandina ava Firatê ku lêçûna wê milyonek û 500 hezar dolar bû, tê texmînkirin ku ava vexwarinê ji şêniyên gundewarê başûrê kantona Hesekê re dabîn bike û ji sedî 20 jî pêwîstiyên navenda kantonê pêk bîne.

(eh) 

ANHA