Balafirên Rûsyayê bajarokê Bare yê Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê bombebaran kir ku li wir nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker heye.

Balafirên Rûsyayê bajarokê Bare yê Idlibê bombebaran kir
9 îlon, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê bajarokê Bare yê li çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê ku nuqteyeke artêşa Tirk a dagirker lê heye, bombebaran kir.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh jî êrişî herêmên li Idlibê kiribû. Her wiha 4 caran êrişî derdora bajarokê Merast Misrîn ê gundewarên Idlibê jî kiribû.

(dx)