'Vekişandina çeteyan ji Lîbyayê mijara sereke ya dan û standinên Tirkiye-Misirê bû'

Wezîrê karên derve yê Misirê got ji bo vegerandina têkiliyan bi Tirkiyê re, divê gelek mijar werin çareserkirin. Her wiha çavkaniyekî piştrast kir ku mijara sereke ya dan û standinan vekişandina çeteyan ji Lîbyayê bû.

'Vekişandina çeteyan ji Lîbyayê mijara sereke ya dan û standinên Tirkiye-Misirê bû'
9 îlon, 2021   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî roja çarşemê di hevpeyîneke li gel Bloombergê de bersiva pirsa têkildarî gera duyemîn a dan û standinên di navbera Tirkiye û Misirê de da û got: “Ez di wê baweriyê de me ku divê di vê qonaxê de em encamên gera duyemîn a dan û standinan binirxînin. Bi taybet têkiliyên dualî û girtekên ku Tirkiyê girtine da ku hinek mijaran çareser bike.”

Her wiha Şukrî girêdayî pirsa ku ‘divê Tirkiye çi bike heta ku hinek pêşketin di warê têkiliyan de çêbin’, got: “Misirê ji Tirkiyê re daxwaz û nirxandinên xwe pêşkêş kirin. Ez difikirim ku Tirkiye baş vê yekê fêm dike û dikare wan pêk bîne. Em hêvî dikin ku wisa bike da ku em di vî warî de bi pêş bikevin."

Misir piştî bidawîbûna gera duyemîn a dan û standinên Tirkiye-Misirê ku di rojên dawîn de li Enqereyê li dar ketin û duh bi dawî bûn, detayên wê eşkere kiriûbn.

Wezareta Karên Derve ya Misirê di daxuyaniyekê de diyar kir ku her du aliyan mijarên girîng ên ji bo her du aliyan girîng in, mijarên herêmî mîna rewşa li Lîbya, Sûriye, Iraq, Filistîn û Rojhilata Navîn nîqaş kirine.

Çavkaniyekî dîplomatîk ji ajansa Tas a Rûsyayê re got: "Mijarên vekişandina leşkerên Tirk û çeteyên biyanî ji Lîbyayê, di dan û standinên dîplomatên misirî û Tirk de hatin nîqaşkirin.”

 (şx)