​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser Dera El-Beled rakir

SOHR'ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê piştî 80 rojan ji bendên kontrolê û nuqteyên ku Dera El-Beled dorpêç kiribû, vekişiyan. 

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê dorpêça li ser Dera El-Beled rakir
9 îlon, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ji bendên kontrol û nuqteyên Nexir, Şiyeh û Mezarê yên ku Dera El-Beled dorpêç dikin, vekişiyan. Her wiha duh jî ji benda kontrolê ya Seraya jî vekişiya. Bi vê yekê piştî 80 rojan dorpêça li ser Dera El-Beled hate rakirin.

Ji aliyekî din ve jî, pêkanîna bendên lihevkirina dawîn li herêmê berdewam in. Hêzên hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê operasyonên çavdêrî û lêkolînê li taxên Dera El-Beled û herêmên Kampa Dera û rêya bendavê didomînin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê 8 nuqteyên leşkerî li Dera El-Beled nû kirin.

Li aliyekî din, endamên Îstixbarat El-Cewiyê yên li bendên kontrola leşkerî yên li başûrê bajarokê Dail bi cih bûne, gule reşandin û di encamê de ciwanek hat kuştin.  Her wiha kesek din jî dema ku mayinek li Dera El-Beled vedikir, hate kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku duh erebeyeke leşkerî li ser rêya Şebreq a gundewarên Derayê hatiye hedefgirtin, di encamê de 7 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

(dm)