`Girtîgeha Raî mîna goristanekê ye`

Ciwanekî ku berê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li Efrîna dagirkirî hatibû girtin, girtîgeha Raî bi tirbe (gor) bi nav kir û piştrast kir ku Efrîn ne ya berê ye û tê de biyanî pir in, çawa ku DAÎŞ bi darê zor cilên reş li jina dikir niha jî dewleta tirk heman tiştî dike.

`Girtîgeha Raî mîna goristanekê ye`
9 îlon, 2021   03:01
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Ciwanê bi navê Resûl Xelîl (20) piştî  ku 3 sal û 3 mehan li Raî di girtîgeha dagirkeran de ma, beriya hefeyetek derket û berê xwe da Qamişlo.

Xelîl ji aliyê dagirkeran ve gelecek îşkence ditiye û dibêje, "Girtîgeh wek gor bû û tê de 120 girtî hebûn.”

Kesên ku hatin revandin û di girtîgehên dewleta Tirk û çeteyên wê de tên girtin, rastî hovantirîn cureyên îşkenceyê tên. Hin caran di bin îşkenceyê de digihêje asta kuştinê.

RESÛL XELÎL KÎ YE?

Resûl Xelîl ji gundê Kefer Sixîr ê kantona Şehbayê ye. Li ser rêya Kefer Cenê yê li rojhilatê Efrînê li rex rêya giştî ya di navbera Efrîn û Helebê de tê revandin.

Wê demê Xelîl nizanî wê çi bînin serê wî. Têkildarî revandinê wiha axivî: “Dema diçûm Kefer Cenê li ser bendeke kontrolê ya gerok a çeteyên dewleta Tirk ez hatim girtin. Çeteyan wêneya min kişand û ez birim  girtîgeha Raî ya xirab. Dûre xwe gihandin malbata min û ji wan re gotin ku ez li cem wan im. Li bermaberî serbestberdana min ji malbata min 11 milyon lîreyê sûrî fîdye xwestin.”

Xelîl vegotina serpêhatiya xwe wiha domand: “Li wir istixbarata dewleta Tirk lêpirsîn bi min re çêkir. Gelek pirsên ecêb ji min pirs kirin. Piştî bidawîbûna lêpirsînê, bawer im 21 dereceyan ez birim bin erdê.”

JINÊN CIWAN DI GIRTÎGEHÊ DE XWE ŞEWITANDIN

Li gorî vegotina Xelîl, ew derdora 3 salan û 3 mehan di girtîgehê de maye û gelek êş û azar ji ber binpêkirinên hovane û lêdanê kişandine.

Xelîl bi bîr xist ku 3 jinên ciwan di girtîgeha Raî de di oxira parastina sivîlan de û ji bo ku tu agahiyan nedin, xwe şewitandin û wiha pê de çû: “Danûstandina çeteyên Sultan Murad bi me re gelek xirab bû. Wan îşkence li me dikirin û em birçî dikirin. Girtîgeh gor bû û tê de 120 girtî hebûn.”

ÇETEYEN SULTAN MURDA KÎ NE ?

Sultan Murad sala 2013`yan ji aliyê istixbarata dewleta Tirk ve hat avakirin. Tê de gelek komên tundraw mîna çeteyên Sultan Mihemed Fatih, Zekî Turkmenî û Eşbal El-Eqîdê hebûn. Dewleta Tirk ji avakirina vê komê armanc dike ku çeteyên Turkmen ên sûrî di sazûmeniyekê de kom bike û wan di şerê li Sûriyê de wek amûr bi kar bîne.

Li gorî raporên çepemeniyê çeteyên DAIŞ`ê di vê komê de hene û li şûna Enqereyê gelek sûcên hovane, jenosid û guhertina demografiyê li Efrînê kirin.

ÎŞKENCE, BIRÇÎKIRIN Û TIRSANDIN

Xelîl gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Turkmenên girêdayî Sultan Murad îşkence li me dikirin. Bi me re kesek ji Kobanê hebû lê navê xwe eşkere nekir. Ev kes ji ber îşkenceyê her tim li ser piştê dirêjkirîbû. Piştî ku ji girtîgehê derket, bi demeke kin me bihîst ku miriye.”

Bûyerên bi Xelîl re çêbûne gelek girtiyên ku li beramberî fîdyayan ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker derketine vegotine. Xelîl got ji ber îşkenceyê destê wî yê çepê şikestiye. Têkildarî wê bûyerê wiha axivî: “Destê min li paş girêdan, çavên min girtin, li dora min 5 çete kom bûn û li min dan. Ji ber wê destê min yê çepê şikest.”

GIRTÎGEH MÎNA TIRBÊ YE KÛR Û TARÎ YE

Xelîl girtîgeha Raî wiha wesifand: “Ew mîna tirbê ye, kûr û tarî ye. Tenê dengê qêrînên girtiyên di bin îşkenceyê de tên. Bêhna şilî ji her derê tê. Em 5 kes li ser nivînekê bûn. Ji ber şilî û bêhna nexweş nexweşî di nav me de belav dibû. Me salekê cilûbergê xwe nediguhert. Em gihaştin astekê ku me hêvî dikir ku em bimirin.”

Tenê ji bo ku çarenûsa kurê xwe nas bike, malbata Xelîl miqdarên mezin ên pereyan didin çeteyan herî dawî 2 hezar dolar daye.

Beriya hefteyekê ji niha, Xelîl ji girtîgehê derket. Lê ew bawer nake ku ji wê tariyê xilas bûye û wiha got: “Min bawer nedikir ku ez ji girtîgehê derketime ta ku ez gihîştim Qamişlo.”

EFRÎN NE YA BERÊ YE

Beriya ku Xelîl serbest were berdan, çete wî dibin bajarê Efrînê. Xelîl li wir dîmenên cuda dibîne û pê dihese ku Efrîn ne ya berê ye. Girêdayî wê Xelîl wiha got: “Ji 2018`an ve Efrîn hat guhertin. Dema ez dibirim girtîgeha navendî ya li Efrînê, guhertina demografiyê ku li bajêr çêbûye bala min kişand. Şênî ne yên berê ne, kesên biyanî di nava bajêr de digeriyan. Mîna dema dagirkirina DAIŞ`ê jin cilûbergên reş li xwe kirine. “

Resûl Xelîl piştrast kir ku yên ku vegerîne malên xwe jî, ji ber sûc û danûstandina dermirovî careke din revîne. Ev yek îdiayên rêveberên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derew derdixe ku îdia dikin ku tu sûc li Efrînê pêk nehatine û raporên têkdilarî wan sûcan derketine bi derew bi nav kirin.

Li gorî gotina Resûl Xelîl derdora 25 revandî hîna di girtîgeha Raî de ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YvJX4Y9moSM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>