​​​​​​​Şêniyên Kobanê bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanetê berde

Şêniyên Kobanê bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanetê û rijandina xwînê û siyasetên xwe yên li dijî doza kurd berde.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê bang li PDK'ê kir ku dev ji xiyanetê berde
9 îlon, 2021   04:08
KOBANÊ

Li gorî Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 4`ê Îlonê de li herêma Xelîfanê êrişî komeke gerîla kir. Di encamê de 7 gerîla şehîd bûn. Li hemberî wê êrişî gelek çalakiyên nerazîbûnê li dar ketin.

Hemwextî tevgerên PDK`ê dewleta Tirk ji 23`yê Nîsanê ve ji aliyê bejahî û hewayî êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike. HPG`ê jî li hemberî wan êrişan berxwedaneke destanî nîşan dide û rê nade ku dewleta Tirk herêmên din ên Başûrê Kurdistanê dagirker bike.

/kr/uploads/files/2021/09/08/192405_-.webp

Têkildarî mijarê Ciwan Azad ê ji Kobanê wiha axivî: "Siyaseta PDK`ê ya dijbertiya hêzên gerîla dike, di dîroka Kurdan de şermeke û ger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku ev siyaset dijminê Kurdan ji mêjve çêkirine."

Azad ev li gotina xwe zêde kir: "Dijminên gelê Kurdan lihev dikin û di nav xwe de planan amade dikin da ku şerekî navxweyî di navbera gelê Kurd de derxin, şoreşa me têk bibin û mafên me yê rewa jî wenda bikin."

Azad destnîşan kir ku ew welatekî serbixwe dixwazin ji ber ku ev erd bi xwîna şehîdan hatiye avdan, lê dijmin rê nade vê yekê û fitneyan di navbera gel de derdixe da ku ew şerê hev bikin.

Azad bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştî ewqas berdêl ji bo pêkanîna azadiya Kurdistanê dane, vê siyaseta malbata Barzanî red bike, ji ber ku dagirkeriya Tirk nahêle gelê Kurd azad bibe û hewl dide dijminatiyê di navbera Kurdan de derxe. Azad piştrast kir ku ew nahêlin ku ev yek pêk were.

ꞌDIVÊ MALBATA BARZANÎ DEV JI XIYANETÊ BERDEꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/08/192500_-.webp

Têkildarî heman mijarê Fatme Berkel got: "Divê malbata Barzanî dvi ji siyasetên xwe yên li dijî gerîla berde. Ji ber ku ev yek dê xizmeta dewleta Tirk a dagirker bike. Di heman demê de bila destên vê malbatê nekeve xwîna gelê Kurd û divê dev ji vê xiyanetê berde."

Fatme wiha axaftina xwe dewam kir: "Gerîla ciwanên me ne û ji bo me şer dikin. Ji lew re em ê heta kêliya dawî ji jiyana xwe li kêleka wan bin. Ger gerîlayek şehîd bibe, bi sedan şopdarên rêya wan hene. Divê dijmin nefikire ku piştî em bûn hêz, em ê dev ji vê xetê û doze berdin."

Fatma di dawiyê de bang li malbata Barzanî kir ku destên xwe bixe destên gelê Kurd da ku mafên xwe yên desteserkirî bi dest bixin.

ꞌDIVÊ EM YEKITÎ Û HEVGIRTINA XWE AVA BIKINꞌ

/kr/uploads/files/2021/09/08/192443_-.webp

Welatiyê bi navê Ebas Mele Bozan axivî û got: "Em naxwazin PDK`ê hevkariyê bi artêşa Tirk a dagirker re bike û şerê gerîlayan bike. Ji ber ku ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker e ku bi destên Kurdan xwîna Kurdan dirijîne."

Mele Bozan bi domdarî got: "Divê em yekitiya xwe ava bikin, da ku şerê dijminê gelê Kurd bikin ji ber ku dijminên me li dijî me dibin yek."

Di dawiyê de Mele Bozan bang li PDK`ê kir ku ji vê siyaseta xwe ya dijberî gelê kurd dûr bikeve ji ber ku mîna van siyasetan li dijî berjewendiya gelê kurd e.

(eh)

ANHA