​​​​​​​Hikumeta Şamê ji bo avakirina nuqteyên leşkerî derbasî Dera El-Beled bû

Hêzên girêdayî hikumeta Şamê, bi armanca temamkirina pêkanîna şertên peymana dawîn derbasî Dera El-Beled bûn, her wiha dê nuqteyên leşkerî ava bike.

​​​​​​​Hikumeta Şamê ji bo avakirina nuqteyên leşkerî derbasî Dera El-Beled bû
8 îlon, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di çarçoveya pêkanîna şertên peymana dawîn ku 5'ê Îlonê de pêk hat, hêzên leşkerî yên girêdayî hikumeta Şamê û hêzên ewlehiyê derbasî Dera El-Beled bûn.

Li gorî SOHR'ê, hêzên hikumeta Şamê bi polîsên leşkerî yên Rûsiyayê re dê nuqteyên leşkerî ava bikin û dê dest bi hemleyên lêgerîna malan û kontrolkirina nasnameyan bikin

SOHR'ê îro diyar kir ku çareserkirina rewşa çekdarên herêmî di roja sêyemîn de ye.

(dx)