Çareserkirina rewşa çekdarên li Dera El-Beled 3 roj in didome

Çareserkirina rewşa çekdarên herêmî li bajarê Dera El-Beled, di roja 3`eymîn de dewam dike.

Çareserkirina rewşa çekdarên li Dera El-Beled 3 roj in didome
8 îlon, 2021   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku aramiya li hemû herêmên Derayê û bi taybet Dera El-Beled, di roja 3`eymîn de bi pêkanîna bendên peymana dawî didome.

Her wiha çareserkirina rewşa çekdarên herêmî û sivîl û yên ku ji bo leşkeriya neçarî têne xwestin, berdewam e. Tê gotin yên ku dema leşkeriyê biser xistine û ji nava hikumeta Şamê veqetiyane, 3 meh ji wan re hatin dayîn.

Li gorî SOHR'ê, tê payîn ku xalên din ên peymanê wekî avakirina nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û polîsên Rûsyayê û destpêkirina lêgerîna li malan, werin pêkanîn.

SOHR'ê destnîşan kir ku li Dera El-Beled rewşa nêzî 100 kesî hatiye çareserkirin.

(dx)