​​​​​​​DYA bi 20 dewletan re têkildarî Efganistanê dicive

Piştî ku Talîbanê hikumeta xwe duh ragihand, îro wezîrê karên derve yê DYA’yê bi wezîrên 20 dewletan re ji bo nîqaşkirina rewşa li Efganistanê dicive.

​​​​​​​DYA bi 20 dewletan re têkildarî Efganistanê dicive
8 îlon, 2021   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Anthony Blinken dê îro li Almanyayê bi wezîrên 20 dewletan re ku vekişîna DYA’yê ji Efganistanê bandor lê kir, bicivie.

Blinken dê bi wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas re bicive û piştre wê bi hev re bi rêya civîneke online bi wezîrên 20 dewletan re bicivin.

Tê payîn ku DYA hewl dide bang li Talîbanê bike da ku bangên navneteweyî yên têkildarî rewşa li Efganistanê, pêk bîne.

(dm)