​​​​​​​Pirtûkxaneya `Rona` ya zarokan li Qamişloyê hat vekirin

Bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneyeke zarokan bi navê `Rona` li bajarê Qamişlo hat vekirin.

​​​​​​​Pirtûkxaneya `Rona` ya zarokan li Qamişloyê hat vekirin
4 îlon, 2021   16:06
QAMIŞLO

Bi armanca nêzîkbûna zarokan ji zimanê dayikê û xurtkirina çanda xwendinê li gel wan, zaroka bi temenê xwe 12 salî ya bi navê Rona Egîd bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneke zarokan li Qamişloyê vekir.

Pirtûkxane bi navê `Rona` cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê tê vekirin. Pirtûkxane di nava xwe de 95 pirtûkên zarokan ên cur be cur bi zimanê kurdî, erebî û Inglîzî hildigire.

/kr/uploads/files/2021/09/04/160707_dsc_0023.webp

Di merasîmê vekirinê de hezkiriyên wêjeyê, zarok û malbatên xwe, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê  û Dîwana Wêjeyê amade bûn.

Merasîm bi belavkirina pirtûkan wekî diyarî ji bo zarokan bi dawî bû.

Hêjeyî gotinê ye Rona Egîd 2 caran wekî berpirsyara beşê zarokan di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cih girtiye.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/E40IT9J625Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>