Kongreya Star: PDK‛ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye

Kongreya Star êrişên artêşa Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û kampa êzidiyan a li Zaxoyê şermezar kirin, her wiha got, PDK'ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye.

Kongreya Star: PDK‛ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye
4 îlon, 2021   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Koodrînasyona Kongreya Star têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Mexmûr û kampa êzidiyan a li Zaxoyê û hevkriya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ne Iraq xak û serweriya xwe diparêze û helwestekê nîşan dide yan jî daxuyaniyek şermezarkirina van êrişan dide, ne jî dewleta Tirk rêzê ji serweriya xaka Iraqê re digire.

Di daxuyaniyê êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di encamê de ziyan gihiştin milkên sivîlan û êrişa li ser kampa êzidiyan a li bajarê Zaxoyê ku di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan, hatin şermezarkirin.

Kongreya Star bal kişand ser revandina komeke gerîla a di Tîrmehê de ji aliyê PDK'ê ve û got, PDK'ê berpirsê çarenûsa gerîlayên revandî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê têkildarî sûc û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî xakên wan hatin şermezarkirin û bang li tevahî saziyên mafên mirovan ên cîhanê hate kirin ku tedbîrên girîng der barê van sûcan de bigirin û sûcdaran muhasebe bikin.

(fr)