​​​​​​​Ev meheke agahî ji endamên RJAK'ê nayê girtin

Ev meheke li ser girtina sê endamên RJAK’ê re derbas dibe û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin.

​​​​​​​Ev meheke agahî ji endamên RJAK'ê nayê girtin
4 îlon, 2021   16:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

5’ê Tebaxê sê endamên RJAK yên bi navê Xewle Mehemed, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed di salvegera êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê ji bo piştgiriya jinên Şengalê beşdarî merasîma bîranînê bûn û di dema vegerê de ji aliyê asayişa PDK’ê ve li benda qontrolê ya Kelekê hatin girtin.

Li gorî zanyariyên ku JINHA bi destxistine, asayîşê pirsyara nasnameya sê endamên RJAK’ê dikin, lê belê heta niha hîna dosya wan weke xwe ye û tiştek têde nehatiye nivîsandin. Asayîşê ji parêzerên wan re gotiye tu sucê wan nîne, tenê mijar siyasî ye ji ber vê heta niha dosyaya wan weke xwe mane û tiştek têde nehatiye nivîsandin. 

Ev yek ji aliyê rêxistina RJAK’ê ve bûye cihê fikarê û dan diyarkirin ku nabe endamên rêxistinek fermî li Iraqê û herêma Kurdistanê ku ji bo piştgiriya jinên Şengalê berê xwe dabûn Şengalê, werin girtin eve li dijî mafê mirov û jinane.

Her wiha asayîşê ji parêzeran re gotiye ku ew ê dosya sê endamên RJAK’ê bişînin dadgehê, lê belê derbarê demê şandina dosyayê de tu zanyarî nedane.