Balafirên Rûsyayê gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gelek herêmên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê nêzî 6 êriş pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir
4 îlon, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Urm El-Coz, derdora El-Bara û Kensefra yên çiyayê Zawiyê yê li gundewarê başûrê Idlibê, 6 caran bombebaran kirin. Hemwextî wê yekê, tevgera balafirên Rûsya li asîmanê herêmê dewam dikir.

Duh sibehê jî deverên li derdora bajarokê Kensefra yê çiyayê Zawiyê hatibûn bombebarankirin.

(dx)