Nivîsgeha Parastinê temenê bicihanîna erka xweparastinê diyar kir

Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser, ciwanên ku di navbera salên 1990`î û heta 1997`an de ji dayîk bûne, ji bicihanîna erka xweparastinê efû kirin.

Nivîsgeha Parastinê temenê bicihanîna erka xweparastinê diyar kir
4 îlon, 2021   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro biryara hejmar /3/ derxist û li gorî wê, temenê kesên ku divê erka xweparastinê pêk bînin, kesên ku di sala 1998`an de ji dayîk bûne û 18 salî ne.

Biryar wiha ye:

1-Kesên di navbera salên 1990`î û 1997`an de ji dayîk bûne, ji çûyîna erka xweparastinê tên efûkirin.

2-Divê kesên ku 18 salî temam kirine û dîroka jidayîkbûna wan 1998 e, biçin erka xweparastinê.

3-Ev biryar ji bo kesên ku niha li ser erkê xwe ne, kesên ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên Displîna Leşkerî reviyane, ne derbasdar e, ango ew kesên ku reviyane, wê erka xwe pêk bînin.”

(şx)

ANHA