Li Hollandayê konferansa neteweyî ya li dijî dagikeriya li ser Kurdistanê tê lidarxistin

Li Hollandayê li dijî dagirkeriya li ser Kurdistanê bi amadebûna nûnerên partiyên Kurd û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê, Konferansa neteweyî dest pê kir.

Li Hollandayê konferansa neteweyî ya li dijî dagikeriya li ser Kurdistanê tê lidarxistin
4 îlon, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji hêla Platforma Dijî Dagirkeriyê ve ku li Ewropayê hatiye damezirandin li Hollanda konferansek hate lidarxistin.

Li konferansê ku ji çar parçeyên kurdistanê gelek nûnerên partiyan û parlamenter û şaredarên HDP'ê yên li Ewropayê sirgûn jî tevlî konferansê bûn.

Li konferansê li ser navê platformê Refîk Gefûr axivî û got, “Armanca me ew e ku em partiyên Kurd bînin cme hev û li dijî dagirkeran yekîtiya têkoşînê bikin. Ji ber ku em têkoşîna manûnemanê dikin. Divê her wiha bi vê hestiyariyê tevbigere.”

Li ser navê dîwanê rojnamevan Fehîm Işik axivî û got armanca wan ew e ku li dijî dagirkeran yekîtiya netewî Kurdan bikin.

Li ser navê YNK'ê Şêx Şemal axivî, diyar kir divê her kes li dijî dagirkeran rabe û got, “Ev şerê manûnemanê ye. Rêxistin û partiyên Kurd divê cihêrengiya îdeolojîk li aliyekî bihêlin û bi hesasiyeta netewî nêzîk bibin.”

Li ser navê Kongra Starê Asya Abdullah axivî û got, “Em li vir îro diaxivin lê civaka me diêşe. Em şehîdan didin, dimirin, sirgûn dibin, me davêjin zindanan. Berpirsyariya me ye ku em li dijî dagirkeran têbikoşin.”

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karasû jî got, “Yekîtiya neteweyî encex bi akademîsyen û rewşenbîran dikare pêk were. Ev derdor divê bêyî ku cihêkariyê bikin xebatên yekîtiyê bikin. Ev derdor divê diyaloga di navbeyna partiyan de deynin û li dijî dijminên xwe divê em têkoşîna hevpar bidin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar diyar kir ew li ser navê şervanên ku li dijî dagirkeran li eniya pêş şer dikin platformê slav dikin û got, “Em destekê didin xebatên wiha û girîng dibînin. Em di nav têkoşîneke domdirêj û berfireh de ne. Li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dagirkeran em li ber xwe didin. Em mêtingeriyê tenê bi dewletekê sînodar nabînin. Em Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê weke dewletke mêtinger dibînin û li dijî wan têdikoşin.”

Li ser navê GORAN'ê Fuad Cemal axivî, komkujiyên di dîroka Kurdistanê de bi bîr xist û got ji bo ku dawî li komkujiyan were divê her kes têbikoşe.

Li ser navê KURD-PEN'ê jî Bêrîvan Doskî axivî û got divê sûcên dagirkeran ên li Kurdistanê bînin rojeva naventewî.

KKP-BAKUR jî bal kişande ser giringiya têkoşîna hevpar.