Ehmed Mesûd: Em ê li dijî Talîbanê şer dewam bikin

Serokê berxwedanê li eyaleta Pencşêra ya Efganistanê Ehmed Mesûd bi rêya dîmenekî teqez kir ku ew ê şerê li dijî Talîbanê dewam bikin. Rayedarekî din jî serweriya Talîban li herêmê, derewand.

Ehmed Mesûd: Em ê li dijî Talîbanê şer dewam bikin
4 îlon, 2021   10:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê eniya berxwedana nîştimanî ya Efganistanê li Pencşêrê Ehmed Mesûd îro bi rêya dîmenekî teqez kir ku ew dev ji şer bernadin.

Mesûd li ser hesabê xwe yê twitterê teqez kir ku çekdarên wan şerê li dijî Talîbanê dewam dikin û dîmenekî ku wê yekê piştrast dike, belav kir.

Li aliyekî din, berdevkê eniyê û berpirsê têkiliyên derve li Pencşêrê Elî Meysem Nezarî serweriya Talîbanê li ser Pencşêrê, derewand.

(cx)