Parlamanterekî Iraqê: Dewleta Tirk ji bo parçekirina xaka Iraqê dixebite

Parlamanterê Iraqê Mihemed Şebekî got ku delweta Tirk ji bo xeyala xwe ya dagirkeriyê pêk bîne, dixwaze xaka Iraqê parçe bike.

Parlamanterekî Iraqê: Dewleta Tirk ji bo parçekirina xaka Iraqê dixebite
4 îlon, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûn û bertekên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê didomin.

Parlementerê Iraqê û nûnerê parêzgeha Ninowa Mihemed Şebekî yê ji “Ehdî News” re axivî, diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişan, pêkanîna xeyala wê ya Osmanî ye.

Şebekî her wiha bal kişand ser hevkariya hin hêzên siyasî bi dewleta Tirk re û da zanîn ku dewleta Tirk ji bo parçekirina xaka Iraqê dixebite.

Şebekî hikumeta Iraqê hişyar kir ku li hemberî niyetên dewleta Tirk ên mêtîngeriyê bisekine, da xaka Iraqê ji şerekî nû rizgar bike.

(cx)