Serokên Misir û Qibirsê îro li Qahîreyê dicivin

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî û hempîşeyê wî yê qibirsî Nicos Anastasiades, îro li koşka El-Itîhadiyê ya li Qahîreyê dicivin.

Serokên Misir û Qibirsê îro li Qahîreyê dicivin
4 îlon, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Misirê îro ragihand ku di çarçoveya xebatên komîteya bilind a hevbeş ya di navbera Misir û Qibirsê de, serok Ebdulfetah Sîsî û hempîşeyê wî yê qirbirsî Nicos Anastasiades bi hev re dicivin. Her wiha dê endamên şandeyên her du welatan jî beşdarî civînê bibin.

Berdevkê serokatiya Misirê balyoz Besam Radî got komîteya bilind a hikumetê ku cara yekemîn li ser asta serokatiyê li dar dikeve, dê gelek mijarên girîng ên têkildarî têkiliyên dualî nîqaş bike. Nexsima mijarên girêdayî parastin, hevkariya leşkerî, ewlehî, enerjî, bazirganî, veberanîn (istismar), veguhastina deryayî, çandinî, perwerde, ekolojî û ciwanan.

Radî destnîşan kir ku dê geşedanên siyasî yên dawîn li herêmê, Rojhilata Navîn û li ser asta navneteweyî, her wiha astengiyên li pêşiya her du welatan di dema pêş de, werin gotubêjkirin.

Serokê Qibirsê beriya ku bigihêje Qahîreyê bi çend saetan daxuyanî da û tê de piştrast kir ku têkiliyên siyasî yên bi Misirê re di asteke pêşketî de ne û hevkariyeke xurt heye.

Serokê Qibirsê îşaret bi girîngiya serdanê kir û diyar kir ku wezîrên derve, parastin, perwerde, enerjî, bazirganî, çandinî û deryayî pê re diçin Qahîreyê û dê beşdarî yekemîn civîna hikumetê ya di navbera her du welatan de bibin.

 (dm)