HPG nasnameya du şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûne ragihand û diyar kir ku her du şehîdan hem bi jiyana xwe û hem jî bi helwesta xwe ya fedayî ya li nav şer rêya serfirazî û şoreşê nîşan dan.

HPG nasnameya du şehîdan eşkere kir
4 îlon, 2021   08:59
​​​​​​​Navenda nûçeyan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî 2 gerîlayên ku şehîd bûne ev agahî par ve kir:

''Fermandarên pêngavên şoreşger ên li Serhedê Hevrêyên me Rohat Amed û Şoreş Andok ku 21'ê Tîrmehê li Patnosê û li qada Arzepê ya Gilîdaxê yên Agiriyê di şerê dijî artêşa TC'ê ya dagirker de heta bi hilma xwe ya dawî şer kirin, alaya azadiyê ku ji Ihsan Nûrî Paşa û Biroyê Heskiyê Têlî dewr girtin heta dawiya jiyana xwe parastine.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Rohat Amed

Nav û Paşnav: Ramazan Akalin

Cihê Jidaykûnê: Amed

Navê Dayikê-Bav: Şerîfe – Mehmet

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhet/ 21’ê Tîrmeha 2021

Nasnav: Şoreş Andok

Nav û Paşnav: Kasim Kaya

Cihê Jidaykûnê: Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Behîce – Sadî

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Serhet/ 21’ê Tîrmeha 2021